'Bi binpêkirina mafê rêveberiya cewherî pirsgirêka kurd çareser nabe'

10:44

JINHA

STENBOL- Akademisyen Yildiz Onen diyar kir ku bi gaspkirina mafê rêveberiyên cewherî pirsgirêka kurdan çareser nabe û got, "Li Kurdistanê qirkirina sivîlan ne ji ber xendekarne, berevajî ji ber ku bi salane dewletê kurdî çî dixwazin pirsgirêka wan çareser nekiriye."

Li hember qirkirinên li Kurdistanê tên jiyankirin Akademisyenan bi diruşma "Em nabin hevkarê suc" dan zanîn ku qedexeya derketina kolanan mafê mirovan ê jiyan û tendirustiyê asteng dike. Akademisyenan destnîşan kirin ku di demên dawî de Serokomar Recep Tayyip Erdogan akademisyenan hedef digire. Akademisyen Nil Multuer a ku di nava 'Ji bo aştiyê Akademisyen' de jî digire bilêv kir ku gelên li Tirkiyê di demek gelek zor de dijîn û got: "Em di nava civaka aliyê Tirkiyê de dibînin ji ber bi salan cudakirina aliyê rojhilat û rojavayê welat bûye sedem ku aliyê rojava li hember rojhilat bê baldarîbe."

'Emê di nava welatek çawan de bijîn?'

Nil da zanîn ku divê niha rewşa ku welat di navê dene bê destgirtin û wiha domand: "Bi navê Tirkiyeya nû emê derbazî pergalek otograt bibin. Yan jî emê di nava welatek azad de bijîn. Mixabin rewşa dixwiyê weke ku dê ber bi rewşa Suriyê ve biçe. Heta cenazê mirovan tên revandin. Her çendî ku em ne li herêma şerin jî lê em bi wan kirinan xemgîn dibin û wê xemgîniyê di hindirê xwe de hîs dikin. Bi van komkujiyan hemû civak di nava travmayan dene. Em şîna xwe nakin, ev jî di aliyê patolojîk de mirovan ber bi bêhîsbûnê ve dibe, ji ber ku em xatir ji heskiriyên xwe naxwazin û ew di demên bê wext de diçin ev jî me nerihet dike."

'Rêbazek pir hovaneye'

Nil bilêv kir ku bi zanebûn cenaze revandine û divê dawî li van rewşan bên û wiha berdewam kir: "Yek ji mafê mirovan ê serekeye malbat mezar zanibin. Divê dewlet dest ji revandina cenazeyan û li goristana bêkesan veşartinê berde. Ev rêbazek gelek hovaneye. Dewlet peyama 'hun bi can bin an jî bêcan bin, emê her tişta bixwazin li we bikin' dide vî gelî. Bila demek ji ya dinê zutir vê rewşê bi dawî bikin û cardin vegerin maseyê muzakereyan. Dema ku ev hat kirin dê dest bi pêvajoya aştî û çareseriyê bê kirin."

'Divê hovîtî ji aliyê her kesê ve bê zanîn'

Akademisyen Yildiz Onen jî destnîşan kir ku wan têkela 'Ji bo aştiyê Akademisyen' bi diruşma "Emê nebin hevkarê van sucan" avakirine û got: "Ji zarokên di landikê de heya jinên 70'ê salî gelek mirov hatin qetilkirin û hîna jî qetildikin. Mirovên di xwazin cenazên xwe bigirin ji aliyê hêzên dewletê ve tên asteng kirin. Hovîtiyek gelek mezin ser vî gelî didin kirin. Em dixwazin êdî her kes di aliyê xwe de vê hovîtiyê bizanin û ji bo dawî anîna wê tiştekê bikin. Em naxwazin bibin hevkarê vê hovîtiyê. Gelê li aliyê rojavayê welat dijîn jî divê nebin hevkarê vê hovîtiya tê kirin û dengê xwe derxînin."

(zt)