Fîgen Yûksekdag: Ên bi aştiyê bawer wê neyên teslîm girtin

12:27

JINHA

ENQERE - Hevseroka Giştî a HDP'ê Fîgen Yûksekdag derbarê binçavkirin û hedef girtina akademîsyenan de diyar kir ku ronekbîr erkên xwe bi cih anîne û destnîşan kir ku ên bi aştiyê bawer wê neyên teslîm girtin.

Hevseroka Giştî a HDP'ê Fîgen Yûksekdag berî Konferansa Navenda Jin yê partiyê xwe derbarê rojevê de ji nûçegihanan re daxuyanî da. Fîgen derbarê Serokomar Tayyîp Erdogan ê ku akademîsyenên ku banga aşitiyê kirin hedef nîşan da û akademîsyenan sûcdariya "îxanetê" kir nirxandin kir û got êrîşên hember akademîsyenan di dema Hîtler ya Almanyayê de pêk hatibû. Fîgen diyar kir ku akademîsyenan tenê gotine "em şer naxwazin" û wiha got, "Ev berpirsyariya ronakbîriyê ye. Akademîsyenên ku ji bo aştiyê daxuyanî dane berpirsyariya wane."

'Em ê mûsveddeya demokrasiyê daneqûrtînin'

Fîgen wiha dirêjî da gotina xwe, "Li Tirkiyê mûsveddeya demokrasiyê heye. Vê mûsveddê dixazin bi rêbazê rejîmê bi me bidin daqûrtandin. Ên ku vê yekê qebûl nekin rastî operasyonan tên. Akademîsyen jî vê yekê qebûl nekirin. Azadiya raman parastin û li beramberî vê yekê rastî operasyonên binçavkirinê hatin. Fîgen destnîşan kir ku li welatek ku êrîş li hember akademîsyenan hebe mirov nikare qala azadiyê bike û banga piştgiriya akademîsyenan kir.

'Ên ku jiyanê diparêzin rastî êrîşan tên'

Fîgen bi bîrxist ku serokê çeteyan Sedat Peker akademîsyenan bi mirinê tehdît kiribû û wiha dirêjî da gotina xwe, "Serkarê çeteyan îro milê xwe dihejîne û li kolanan digere. Rêşaşek xwedî azadiya ramane. Lê dema ku ronekbîr û ên jiyanê ji bi aştiyê diparêzin ramanê xwe tînin ziman rastî êrîşê tên. Ev tabloyek bi mînake. Me encam ji van êrîşan derxistiye û em ê derxin jî."

'Divê akademîsyenên hatine binçavkirin dimildestî bên berdan'

Fîgen wiha berdewam kir, "Tu dem bi tirsê civak ne hatî rê û encam nedaye. Bi van êrîşan dixwazin civak bêdeng bikin. Lê li hember êrîşên ku dixwaze tirsê avabike em tevî hemû tirkiyê dê derbasbikin. Di nava tarîtî û zilmê de me mirovên bi cesaret û rûmet dît. Em di ferqê dene ku mirovên wiha bi cesaret li her derê hene. Ên ku bi aştiyê bawer û bi nirxê mirovahî bawer wê ti car neyên teslîm girtin. Ez tevahî akademîsyenan silav dikim. Divê akademîsyenên hatine binçavkirin dimildestî bên berdan."

(rc)