Meral Daniş: Tirkiyê gav bi gav ber bi felaketê ve diçe
09:00
Filiz Zeyrek/JINHA
EDENE - Parlementera HDP'ê yê Edenê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser kampanya lînçkirinê yê ku hember akademîsyenên aştîxwez tê pêk anîn û diyar kir ku Tirkiyê gav bi gav ber bi felaketê ve diçe û got ev tabloyek tirsnake ji bo welêt.
Parlementera HDP'ê yê Edenê Meral Daniş Beştaş hedefnîşandana akademîsyên ku bi daxwaza aştî û çareseriyê gotin “Em nabin şîrîkên vî şerî” nirxand. Meral destnîşan kir ku kampanya lînçkirinê yên li hember akademîsyenan li tevahî cîhanê deng vedaye û wiha got, "Li hember van bûyeran bertek zû mezin bû. Akademîsyenên ku ji bo aştî îmze avêtin, nivîskar mirovên ku vî welatî dixwînin û dinasine. Ji ber vê gotin 'Em ê nebin şirîkê vî şerî' û imzeyê xwe ji bo aştiyê dan."
'Li malê lêgerîna çi kirin; mûrekkep ango pênûs...'
Meral da zanîn ku êrîşek mezin hember akademîsyenan pêk hatiye û wiha domand, "Êrîş ewqas giranbû, hindik mabû fermana 'mirinê' hatiba dayîn. Dozger jî bêy ku dem wenda bikin tevahî akademîsyenan xistin binçavan. Lêgerîn li malan pêk anîn û lêpirsîn dan despêkirin. Ez vê yekê gelek meraq dikim, li malê lêgerîna çi kirin; mûrekkep ango pênûs...Kampanya lînçkirinê a ku li hember akademîsyenan pêk hatî tevahî cîhan pê hesiya. Nekarîn pêşiya rastiyê bigrin ji ber vê her ku çû pêl mezinbû."
'Li Tirkiyê hiquq ji bo her kes cûda pêk tê'
Melar bilêvkir ku li Tirkiyê hiqûq ji bo her kes cûda pêk tê û wiha dirêjî da gotina xwe, "Berî çend rojan wek tê zanîn bavê mafya Sedat Peker ji bo akademîsyenan gotibû 'em ê xwînê we birjînin û bi xwîna we yê ku dirje em ê duş bistînin'. Sedat Peker berî vê jî tehdîdên wiha kiribû. Lê ligel vê yekê jî derbarê wî de tu lêpirsîn ne hat despêkirin. Ji ber gotina Sedat Peker wan piştrast dike. Mirovek wiha dipeyve destê xwe rihet dihejîne û li kolanan digerîne. Lê belê akademîsyenên ji bo aştiyê dengê xwe bilind dikin rastî kampanya lînçkirinê tên. Tabloyek tirsnake."
'Jin hêzên girîng yê civakê ne'
Meral anî ziman ku bi konsepta şer re li Tirkiyê jiyana aram ji holê rabûye û wiha pêde çû, "Li Tirkiyê her kes bê hêvî û ne rihet dijî. Ji ber şer û pêvçûnan mirov ewlekariya canê xwe nabînin. Tirkiyê gav bi gav ber bi felaketê ve diçe. Ji bo komkujiya li Kurdistanê tevahî jin li bajarên cuda cuda deng derdixin. Jin li her qadê hêza xwe yê têkoşînê dertînin holê. Jin hêzên girîng yê civakê ne. Têkoşîna me wek jin dê bidome."
(rc)