‘Em ê li benda Cinêv nebin û projeya xwe pêk bînin
13:03
JINHA
QAMIŞLO – Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed diyar kir ku hevdîtinên Cinêv-3 li ser bingeha çareseriyê pêk nayê û wê pirsgirêkê kûrtir bikin. Îlham Ehmed bal kişand ku heta temsîla wekhev a hemû pêkhateyan nebe çareserî jî nabe û got: “Em li ben serkeftin û binkeftina Cinêv nabin û em ê projeya Suriyeya demokratîk pêk bînin.”
Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed derbarê hevdîtinên Cinêv-3 û geşedanên girêdayî wê de nirxandin kir. Îlham destnîşan kir ku hevdîtinên Cinêv destpê kirine, lê di rastiyê de tu niyetek ji bo encamgirtinê nîn in. Îlham bal kişand ku biryara 2254’an a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ku nexşerêya çareseriya Suriyeyê diyar dike, eşkere ye lê tiştên ku niha pêk tên, berevajî wê ne. Îlham destnîşan kir ku Rusya û Amerîka li ser gelek xalan lihev kirine û dixwazin bala raya giştî bikişînin ser vê mijarê. Îlham anî ziman ku ev xal nehatine eşkerekirin, lê dibe ku herdu alî li ser mijarên wekî, “şerê li hemberî DAIŞ’ê, dawîkirina aloziya li Suriyeyê û dirêjkirina emrê rejîma Baasê” lihev kiribin.
‘Li ser gelê kurd û hêzên demokrasiyê hesabên mezin hene’
Îlham bal kişand ku tu feydeyê van lihevkirinan ji bo gelên Suriyeyê nîn e û gelên herêmê tenê wê bedelên giran bidin. Îlham, da zanîn ku li ser gelê Kurd û hêzên demokrasiyê jî hesabên mezin hene û wiha dom kir: “Dema ku danustendinan destpê kirin, ji me re hate gotin ‘bêyî tevlîbûna we hevdîtin destpê nakin’, lê belê ev hevdîtin destpê kirin û em tevlî nebûn. Niha ji me re dibêjin ku gelê kurd wê tevlî pêvajoya duyem a hevdîtinan bibe. Lê belê xuyaye ku niyeta wan tuneye me tevlî hevdîtinên asta duyem û sêyem jî bikin. Dema me ji bo tevlîbûna hevdîtinên asta duyem mîsogerî xwest, bersivek nedan me. Ev jî nîşan dide ku di warê tevlîkirina nûnerên kurdan de tu cidiyeta wan nîn e û naxwazin kurd li ser maseyê nêrîna xwe vebêjin. Em rojane li ser dezgehên çapemeniyê daxuyaniyên derbarê girîngiya kurdan û hebûna wan de dixwînin, lê rastiya heyî berevajî wê ye. Hêzên navnetewî li ser gelek xalan lihev nakin, lê dema mijar tevlîbûna kurdan û hêzên demokratîk be, di warê redkirinê de lihev dikin.”
‘Niyeta wan a çareseriyê nîn e’
Îlham anî ziman ku şêwaza hêzên herêmî ya ji bo çareseriya pirsgirêkê, rê vedike ku alozî hîn kurtir bibe. Îlham got ku her aliyek li gorî berjewendiyên xwe nêzîk dibin û wiha pê de çû: “Şer û pevçûnên ku niha li herêma Şam û Helebê tên meşandin, nîşan dide ku tu niyeta van aliyan a çareserkirinê nîn e.”
‘Heta nûnertiya wekhev nebe pirsgirêk çareser nabe’
Îlham diyar kir heta ku di warê danustendin û hevdîtinan de nûnertiyek wekhev û rewa ya hemû pêkhateyan nebe, tu çareserî jî pêş nakevin û ev tişt anîn ziman: “Her çiqasî hêzên ku dixwazin Suriyeyê bixin bin desthilatdariya xwe û birêve bibin hebin jî, gelên Suriyeyê azad in û wê karibin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Di vê mijarê de berpirsyariya dîrokî ya gelê kurd ku projeya çareseriya demokratîk a Suriyeya pêşerojê pêk bîne, heye.”
Îlham Ehmed sedema encamnegirtina hevdîtinan jî wiha anî ziman: “Her kes piştperdeya şandeya Riyadê ya leşkerî û siyasî dizane. Hêzên herêmî piştgiriya wan dikin. Her wiha hemû cîhan dizane ku niha li ser kîjjan mijaran danustendin çêdibin. Îlham da zanîn ku binkeftina hevdîtinên Cinêv -3 tê wateya têkçûna siyaseta hêzên ku piştgiriyê didin komên ku çûbûn Riyadê û wiha got: “Dime ku di encama van hevdîtinan de hikûmetek lawaz bê avakirin. Lê heta ku ev tenê pînekirin e û heta ku muxalefeta rast nebe, çareserî jî nabe û dê alozî mezintir bibe.”
‘Em li benda pêkanînên berbiçav in’
Derbarê hevdîtina ku şandeya DYA, Fransa û Birîtanya li Kobanê bi rayedarên rêveberiya xweser, PYD, MSD û QSD’ê re pêk anîbû de jî, wiha got: “Hinek nêzîkahiyên erênî yên derbarê MSD’ê de hebûn. Lê belê em li benda pêkanînên berbiçav in. Em dizanin ku her aliyek li gorî berjewendiyên xwe nêzî kurdan dibe. Ji ber ku di rewşa niha de di şerê li hemberî DAIŞ’ê, pêkanîna ewlekariya herêmê û belavkirina çanda piralî de roleke aktîf a kurdan heye. Kurd niha bûne nimûneya jiyana aştiyane û biratiya gelan. Lewma ew nikarin kurdan piştguh bikin. Lê dîsa jî ji ber zexta dewletên herêmî bi awayekî stratejîk nêzî kurdan nabin. Em van nêzîkahiyan qebûl nakin, ger ku ev nêzîkahî dom bikin, dê bandorê li ser têkiliyên me çêbike. Her kes dizane ku xwedî fikrek serbixwe ne û xwedî projeyek zelal a çareseriya aloziya Suriyeyê ne. Çavkaniya wan a tekane jî gelên Suriyeyê ne. Em li benda serkeftin û binkeftina Cinêv nabin û em ê projeya xwe ya Suriyeya demokratîk pêk bînin.”
(rc)