'Hikûmeta AKP û dewlet dê dibin wê jêrzemînê de bimîne'
10:52
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - Wekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel êrîş û komkujiyên li Cizirî tên meşandin nirxand û diyar kir ku hêza li heremê dimîne Serokwerzîr jî guhdar nakin û ji ber vê dewlet komkujî pêk tinîn û got, "Hikûmeta AKP'ê dewlet dê dibin wê jêrzemînê de bimînin.
Li navçeya Cizira Şirnexê ku dewlet 24 kesên ku ji ber êrîşan xwe diparêzin û ketin bin jêrzemîna avahiyekî li ber çavan tên qetîlkirin. 37 kesên ku ji bo parastinê ketin bin jêrzemînê ji aliyê hêza dewletê ve hate şewîtandin û 9 kes di encama şewatê de jiyana xwe ji dest dan. Wekîlên HDP'ê ku ji bo rawestandina komkujiyan ketin nava hewldanê, lê tu encam nehate girtin. Wekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel komkûjî û êrîşên li Cizîrê ji Ajansa JINHA'ê re nirxand. Çaglar got, "Berî 14 roj em ji bo kesên di êrîşê de birîndar bûn bigirin çûn Cizîrê. Lê em rastî êrîşên gelek giran hatin. Li wir gelek birîndarên ku bi demîldest bên dermankirin hene. Wezaretê Navahindir gotibû ku ambûlans dikare biçe lê heya niha me tu encam ne girtiye."
'Bi ti awayî hêza Serokwezîr nema ye'
Çaglar anî ziman ku ji bo komkûjiyên li Cizirê bên rawestandin dest bi çalakiya birçîbûnê kirine û wiha axivî: "Her çiqas biryar ji aliyê Serokatî an jî Serokwezîr derketibê jî hêza li heremê dimîne tu kesê guhdar nake û bi gorî biryara xwe tev digere. Em berî 8 rojan ji bo hovîtiya ku li jêrzemînê û sîvîlên li wir bibin nexweşxaneyê hevdîtinek pêk anî. Lê ambûlans ji aliyê hêzên dewletê ve hate rawestandin û bi tu awayî destûr nehate dayîn ku birindar bên dermankirin. Ev jî dide xuya kirin ku Serokatî û Serokwezîr hêza xwe ya biryar standinê winda kiriye. Hemû hêz di destê lêşkeriyê de ye."
'Hovatiya li Madımakê li Cizirê ji tê jiyandin'
Çaglar şewîtandina jêrzemîna duyemîn jî nirxand û got ku hêj jêrzemîna ku 24 sîvîl tê de dimînin ne hatiye rizgarkirin niha jî jêrzemîna ku 37 kes tê de bi hovane tê şewîtanadin û mirov bi şewatê tên qetîlkirin. Çaglar di berdewamiya axaftina xwe de şewata Otela Madîmakê bibirxist û got ku li Cizîre heman hişmendî di dewrê deye. Hovatiya ku li Madimakê hate jiyandin niha li Cizîrê jî tê jiyandin. Di wê jêrzemînê bi dehan sivîl hene û ew kes bi şewatê tên qetîlkirin. Hikûmeta AKP'ê û dewleta ku destûr nadin agirtemart biçin şewat bitemîrinin li pay komkujiyek mezin in."
'Hikûmeta AKP'ê û dewlet dê dibin jêrzemînê de bimin in'
Çaglar binê gotinê xwe xêz kir ku sedema ew qas komkûjî û qetlîaman tenê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Hikûmeta AKP'ê ye û wiha dom kir: "Em tu carî vê qetilamê ji bîr nakin û heya dawiya jiyana xwe dê hesabê ji vê dewletê bipirsin. Dibe ku îro li Cizirê bi dehan sîvil bên qetîlkirin lê dê Hikûmeta AKP'ê û dewleta tirk dibin wê jêrzemînê de bimin in."
Çagler di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dê Hikûmeta AKP'ê hesaba van qetlîaman bide û dê gel hesabê ji dewletê bipirse.
(ho/rc)