Selma Irmak: Divê ji bo Surê korîdor bê vekirin

11:56

JINHA

AMED - Êrîşên hember Surê di roja 80'an de berdewam dike. Bi peyamê Mazlum Dolan re derket holê ku nêzî 100 kes di jêrzemînê de asê mane. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak diyar kir ku ji bo hovîtiyek wek ya Cizîrê neqewime divê herkes berê xwe bide Sûrê û got, "Em ji Sûrê ne cenaze mirovan zindî derînin. Eger ji bo Surê ji her deverê gel biherike dê korîdor bê vekirin, hîna derfetek me heye."

Êrîş û dorpêçên hember Surê di roja 80'an de berdewam dike. Nûçegihanê DÎHA'yê Mazlûm Dolan bi peyamek raghand ku gelek sivîl di jêrzemînê de asê mane. Di navde pitikê 4 heyv jî heyî 100 sivîl di jêrzemînê de asê ne. Ji duh ve jî êrîşên hember Sûrê girantir bûye. Ji serê sibê ve bi topan bê navber êrîşê Sûrê tê kirin. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak ji bo ku hovîtiya li Cizîrê pêk hatî Sûrê dubare neke bang kir û wiha got, "Çi dibe bila bibe divê xwedî li Sûrê bê derketin û ji bo ewlehiya sivîlan rê bê peyda kirin."

'Pêvajo pêvajoyek a komkujiyê ye'

Selma diyar kir ku ev pêvajo pêvajoyek a komkujiyê ye û wiha got, "Dewlet operasyon di her şertê de daye despêkirin û ji bo qetilkirina komê sivîlan ketiye dewrê. Yê ku li Cizîrê jî me jiyan kir ev bû. Ligel tevahî bang, helwest û kedên me jî ambulansek nekarî biçe cihê birîndaran û korîdorek ne hat vekirin. Mixabin me nekarî em mirovên wir rizgar bikin." Selma da zanîn ku 80 rojin li hember Surê êrîş pêk tê û hember van êrîşan berxwedanek mezin tê raberkirin û wiha domkir, "Li qadên ku sivîl lê hene ji nûde tê bombebaran kirin. Li bin avahiyan de gelek sivîl birîndar bûne. Ligel tevahî kedên ku tê dayîn jî em nikarin agahî bigrin. Li ser peyamên ku Mazlûm Dolan dişîne em hindek agahî digrin."

'Divê korîdor bê vekirin'

Selma destnîşan kir ku li Cizîrê ewlekarî qet nînbû, jinên ku tevî alên spî derdiketin jî dihatin hedef girtin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Eger ji bo Surê ji her derî gel biherike em dikarin korîdorê vekin, hîna derfet heye. Niha şerek heye, li kêlek şer mirovên sivîl û civak heye. Em naxwazin bi bûyerek wek a Cizîrê re rû bi rû bimînin. Çalakiyên deng derxistinê veguherî derketina kolanan. Divê bi şêwayek din em biherikin Sûrê. Ez bang li tevahî mirovên xwedî wîjdan dikim."

'Wek Artvîn divê xwedî li Sûrê jî bê derketin'

Parlementerê CHP'ê yê ARtvînê Ugur Bayraktutan êrîşên hember Cerattepe rexnekiribû û wiha gotibû, "Ji bo mûdexele bikin her derfetê peyda dikin. Evder ne Cizîr ne jî Şirnexe. Evder bajarê komarê Artvîne." Selma jî van gotina şermezar kir û wiha got, "Divê êdî zîhniyeta nefretê verişe, ev helwesta perçekirinê ye. Ev gotina cesaretê dide hêzên zabiteyan. Em divê baweriyê dene ku gelê Artvîn tev wiha nahizire. Îro çawan ji bo xwezayê xwe biparêzin xendek dikolin û barîqatan avadikin; li hember êrîşan li Surê jî avakirina barîqatan û kolana xendekan jî asayî ye."

Selma anî ziman ku nêzîkatiyê dewletê hember gelê Sûrê û Artvînê yeke û got divê hişyariya li hember Artvîn tê nîşandan hember Surê jî bê kirin. Selma wiha dawî li gotina xwe anî, "Hêzên dewletê li vir barîqatan û xendekan derbas dikin û mirovan qetildikin. Em beramberî hêzek hovin. Siyasetmedar û rewşenbîrên xwedî wîjdarn divê herkes biherike Sûrê. Divê em ji Sûrê ne cenaze mirovên zindî derînin."

(rc)