Leyla Birlik: Rojeva me ne fezleke Sur, Cizîr û Hezexe

11:58

JINHA

ŞIRNEX - Di derbarê fezlekeya ku Serokomar Tayyip Erdogan ser parlementerên HDP'ê amadekirî û şandî ji komisyona meclisê re Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik diyar kir ku ji xwe siyaseta kurdan hînî bûye, her dem rastî nêzîkatiyên wiha tê û got: "Rojevek me ya ser fezlekeyê nîne. Di rojeva me de komkujiyên li Kurdistanê tên kirin hene. Pêşîgirtina li komkujiyan heye. Rojeva me Cizîr, Sur û Silopiye."

Di derbarê fezlekeya ku Serokomar Tayyip Erdogan ser parlementerên HDP'ê amadekirî û şandî ji komisyona meclisê re Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik nirxandin kir. Leyla da zanîn ku ji xwe her dem siyaseta kurdan rastî tiştên wiha hatine û wiha domand: "Di rojeva me de fezleke nîne. Di rojeva me de komkujiyên li Kurdistanê tên kirin hene. Ji xwe ev ne cara yekeme tiştek wiha ser siyaseta kurdan dikin. Di dîroka Tirkiyê de ser siyaseta kurdan gelek bêmafî hatine kirin. Ji xwe li herêmê ti parlementerên me yên ku çek dirêjî wan nehatî kirin û wesayîtên wan nehatî gulebarankirin nemane. Ji xwe çî dixwazin dikin."

Leyla bilêv kir ku AKP dixwaze bi fezlekeyan wan ji derveyî parlementoyê bihêlin û wiha berdewam kir: "Ji xwe tekoşîn û xebat ji bo peralementeran tenê ne li nava parlementoyê ye. Dixwazin di nava meclisê de dengê HDP'ê bixin. Lê kevneşopiya me ya tekoşînê tenê ne di nava parlementoyê dene. Em di hemû navendên jiyanê de siyasetê dikin. Em partiya ku tekoşîna azadiyê didinin. Em ji kevneşopiyek wiha tên."

'Di rojeva me de; Cizîr, Sur û Silopî heye'

Leyal destnîşan kir ku rojeva wan a sereke pêşîgirtina li komkujiyane û wiha dom kir: "Ji xwe rojevek me ya fezlekeyan nîne. Ev rewşek a me bitirsîne nîne. Ji xwe ev rewş carekdinê bêhiquqiya Tirkiyê dide nîşandan. Di rojeva me de bêmafî û hovîtiya li Kurdistanê tê jiyankirin heye. Di rojeva me de AKP û sara ya Tirkiyê ber bi şerê navxweyîve dibe heye. Rojeva me Cizîr, Sur, Silopiye û Cerattepe ye. Di rojeva me de bilindkirina berxwedana gelê kurd heye."

Leyla da zanîn ku ji xwe berê di sala 1994'an de ceribandine û wiha pêde çu: "Dixwazin salên 1994'an dema ku parlementer girtîn avêtin girtîgehan dubare bikin. Ceribandinên wê demê encam negirtine bi kîjan hişî dûbare dike. Weke wê rojê dê îro jî encamê negire."

(zt)