Ji hevserokên ji bo Surê di nobetê de banga: Dorpêçê rakin

14:39

JINHA

AMED - Hevserokên giştiyên KCD, HDK, HDP û DBP'ê û hevberdevkên wan ji bo rakirina dorpêça ser Surê dest bi nobetê kirin û banga rakirina dorpêçê kirin û diyar kirin ku divê roja çarşemê hemû gelê Amedê ji bo rakirina dorpêçê tevlî çalakiya Surê

Hevserokê Giştiyê HDP'ê Selahattin Demirtaş, Hevserokê Giştiyê DBP'ê Kamuran Yuksek, Hevberdevkên HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit, Hevserokên KCD'ê Hatip Dicle û Selma Irmak, hatin naveçya Sura ku 90 rojin li hember dorpêç û êrîşên dewletê li ber xwe dide. Hevserokan li Navenda Çanda Dîcle Firadê civîna çapemeniyê lidarxistin. Di civîna çapemeniyê de Hevserokê Girştiyê HDP'ê Selahattin Demirtaş diyar kir ku dê bi malbatan re dest bi çalakiya nobetê bikin û got: ""Divê navend û hemû navçeyên Amedê rabin serpiyan. Em ji bo gelê xwe vê bangê dikin. Divê roja çarşemê saet di 16.00'an de her kes ber bi Surê ve bimeşin."

Hevseroka KCD'ê Selma Irmak di civîna çapemeniyê ya ku hevserokên KCD, HDP, DBP û HDK'ê de li dar xistin de piştî Selahattîn Demîrtaş axivî û diyar kir ku li jêrzemînan mirovên ku di bin dorpêçê ne de tên qetilkirin, li Sûrê ev 90 roj in zarok û ciwan di bin dorpêçê de ne bibin. Selma a ku nirxandina "Li Sûrê jî wekî Cizîrê ew jî tê xwestin bên qetilkirin. Mirovên me ji bo ku ji vî re bibêjin raweste li ber xwe didin. Niha ev têrê nake" kir gotina "Ev ji bo gelê me bangawaziya me ye" bi kar anî û wiha berdewam kir: "Banga me ji bo jin, ciwan hemû kesan e; em destûrê nedin qatlîamekî li Sûrê, em desturê nedin trajediyekî, divê gelê me biherikin Sûrê. Heke dorpêç bê rakirin û pevçûn bi dawî bibin wê demê ev pevçûn jî dê bi dawî bibe. Ev pevçûn girêdayî vê yekê ye. Heke dorpêç bê rakirin dê barîqat û xendek jî bên rakirin. Hêzên dewletê û yekîneyên taybet dibêjin em ê desturê nedin. Dibêjin em ê bikujin, qetil bikin. Em jî heta ku dorPêç bê rakirin paşve gav neavêjin. Heka dorpêç ranebe dê berxwedana me bidome. Ji bo ku zarokên me neyên qetilkirin divê çi bekeva li ser milê me bikin."

'Ev çalakî dê mizgîniya jiyana nû bide me'

Selma bilêv kir ku heta roja çarsemê bang li hêzên dewletê kirine û wiha axivî: "Vî dorpêçê rakin, bila mirovek jî nemire. Heke ev banga me bi cih neyê em ê bi berxwedana gelê xwe ve vî dorpêçê rakin. Ji bo rawestandina van qatlîaman divê em biherikin Sûrê. Ne rojekî divê her roj em di berxwedanê de bin. Ev ruhê berxwedanê ruhekî bi nirx e. Ev çalakî dê mizgîniya jiyana nû bide me. Ez bawer dikim dê biharê bi van hestan ve bîne. Em ê mirinan rawestînin."

Li aliyê din Ji bo Aştiyê Hewldana Jinê (BÎKG) jî dê bên Navenda Çandê ya Dîcle Firatê û tevli nobetê bibin 3 rojan nobetê bigirin.

(zt)