Figen Yuksekdag: Emê ticarî teslîm nebin

16:17

JINHA

MÊRSÎN - Di Kongreya Navenda HDP'ê ya Mêrsînê de Hevseroka Giştiya HDP'ê Figen Yuksekdag got, "Li her qadê îro dîroka berxwedanê tê nivîsandin. Weke Mehmet Tunç ê li Cizîrê şehîd ketî gotî; 'Em ticar teslîm nebûn, dê ticarî me teslîm negirin.' Ev bawerî û giyana me ya berxwedanê ticar windanebûye."

1. Kongreya Awarte ya Rêxistina HDP'ê ya Mersînê, li Salona Dawetê ya 33 pêk hat. Salon bi alên HDP'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hat xemilandin. Li salona kongreyê pankartên bi nivîsa "Ji Rêber Apo re azadî", "Hkarker û bindestên hemû welatan bibin yek", "Şehîdên Gazî namirin" û "Em jinên li Parîs û Kurdistanê hatin qetilkirin bi rêzdarî bibîr tînin", hatin daliqandin. Di kongreyê de tevî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, parlamenterên HDP'ê Dengîr Mîr Mehmet Firat, Meral Daniş Beştaş, Hevşaredarên Akdenîzê Yuksel Mûtlû û Mehmet Fazil Turk ji 7 heta 70 salî bi hezaran kes amade bûn.

Piştî hilbijartina dîwanê Parlamenterê HDP'ê yê Mersînê Dengîr Mîr Mehmet Firat axivî û anî ziman, ku tevî hemû zext û êrîşan jî HDP li Meclîsê ye û got, "Yên ku duh li ser wehşeta Îsraîlê li zarokên Fîlîstînî dikir digiriyan, îro maseya wan ketiye. Heman wehşetê îro li hemberî gelê xwe dikin. Wê rojek bê, hesabê Cizîr û Sûrê ji sedî sed were dayîn. Ev şerê gemarî wê rojekê biqede."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag piştre mafê axaftinê wergirt û bal kişand ser girîngiya pêvajoyê. Fîgen da xuyakirin, ku bi desteka gel re ew ê di vê pêvajoya krîtî de astengiyên derdikevin pêşiya xwe yek bi yek ji holê rakin û meşa xwe bidomînin. Fîgen da zanîn, ku di têkoşîna mezin a mirovahiyê de başî û nebaşî hene û destnîşan kir, ku êrîşkar ji ber ji tarîtî û nebaşiyê hez dikin, êrîş dikin û got, "Li ser vê xakê şerê başî û nebaşiyê tê dayîn. Li ser vê xakê du têkoşînên çekdarî tên meşandin. Ev şerê tê meşandin ji bo tinekirina kesên li dijî neheqiyê li ber xwe didin e. Di van rojên tarî de em ê bi ruhê 7'ê Hezîranê têbikoşin û yên bi ser bikevin, wê dîsa em bin. Em hêza mezin a mirovahiya mezin in. Yên ku xwe mîna dêwan didîtin, di 7'ê Hezîranê de dîtin ku çiqasî reben in."

Fîgen bal kişand ser wehşet û komkujiyên desthilatdariya AKP'ê li Kurdistanê dike û axaftina xwe wiha dewam kir: "Polîtîkayeke şer hat meşandin ku li Cizîrê bi sedan mirovên me bi awayekî wehşî qetil kirin. Lê belê gelê li wê derê û hêzên demokrasiyê berxwedana xwe dewam kirin. Bedena xwe kirin sîper. Li dijî her şêwe wehşet û zilmê, li Artvînê, li Cizîrê û li her derê li ber xwe da. Yên li her qadê li ber xwe dan îro dîroka berxwedanê dinivîsînin. Ev zalim nikarin gelên Tirkiyeyê bixapînin. Nikarin mirovan razînin. Lewma êrîşkar bûne. Mîna Mehmet Tûnç ê li Cizîrê şehîd ket got, 'em teslîm nebûn, wê ti carî nikaribin me teslîm bigirin'. Ev bawerî û ruhê me yê berxwedanê ti carî winda nebû. Lê yên serîtewandin li ser me ferzkirin, wan winda kirin. Dema li Cizîrê canên me qetil kirin, wan winda kirin. Desthilatdariyeke siyasî ya felç bûye û bi êrîşan re hewl dide xwe li ser piyan bigire, li naverastê ye."

Fîgen êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Rojava bi bîr xist, îfade kir ku yekane sparteka çeteyên DAIŞ’ê Tirkiye ye. Yuksekdag anî ziman ku ji bo tine nebin, Tirkiye piştgiriyê didiyê, destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi Tirkiyeyê li ser piyan dimînin. Fîgen ragihand ku bi talîmata Qesrê ve hêzên dewletê li Kurdistanê êrîş û qetlîamên xwe didomînin, got li Gever, Şirnex û Nisêbînê hewl didin hovîtiyek nû ya wek li Cizîrê kirin pêk bînin. Fîgen diyar kir ku Qesr û hevkarên qesrê sûcê mirovahiyê pêk anîne û di dîrokê de wek qetlîamker hatine nivîsîn, got: “Rexmî van hemûyan jî wê nebe serok. Tenê mûcîzeya van tevahî qetlîam û êrîşan HDP’ê ye. Ev hêza me, qudreta me. Ev hêza ku hêviya xwe ji têkoşîna xwe digire wê nîşeya xwe ya berxwedanê li dîrokê deyne. Em ê ji niha û şûn de meşa xwe bi awayekî herî baş bidomînin.”

Fîgen têkîldarî nîqaşên rakirina mafên destlênedanên parlamenterên HDP’ê jî axivî, wiha dewam kir: “Em ê li hember êrîşa destlênedanê serî netewînin. Ew nizanin ku bê ka em ji têkoşînek çawa hatine. Ew nizanin ku destnelêdana me gelê me ye. Dema dest gelê me bidin wê me li hember xwe bibînin. Destlênedanê ne li dijî yên diziyê, qetlîamê û talanê dike, li hember ên dibin dengê gel, edaletê dixwazin dikin mertal. Li Tirkiyeyê mixabin demokrasiyek wisa heye. Eger wê destlênedanek deynin holê jî bila destlênedanên 550 wekîlî tevahî rakin. Destlênedanên me gelê me ye. Em ê tevahî van pêvajoyan bi hêvî, berxwedan û rûmeta xwe derbas bikin. Di serî de Abdullah Ocalan ê pêşeroja me ava dike, ken, rûyên tevahî şehîdên jin û yên şoreşê hêvî û têkoşîna me ronî dikin.”

Piştî axaftina Fîgen, raporên xebat û aborî hatin xwendin. Di hilbijartina bi lîstekê de ji bo hevserokatiya HDP’ê ya Bajarê Merdînê Sîbel Yîgîttekîn û Sabûn Dogan hatin hilbijartin.

(zt)