Fîgen Yuksekdag: Her der qada Newrozê ye
15:46
JINHA
MÊRDÎN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag, bertek nîşanî biryara qedexekirina pîrozbahiya Newroza li Mêrdîn da û wiha got: "Di têkoşîna kevneşopiya me û vî gelî de di hemû pêngavên dîrokê de her der bûye qada Newrozê. Ji bo gelê me her der qada pîrozbahiya Newrozê ye. Ji ber vê yekê hişmendiya qedexeparêz dê winda bike."
Li Mêrdînê Walîtiya Mêrdînê destûr neda pîrozbahiya Newrozê. Ji ber ku walîtiyê pîrozbahiya Newrozê qedexe kir, Hevserka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê daxuyanî da çapemeniyê. Di civînê de wekilên HDP'ê Mithat Sancar, Alî Atalan û Erol Dora, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk jî di navde gelek kes amade bûn. Fîgen, diyar kir ku ji ber qedexeyên hikûmetê Mêrdîn hatiye dagirkirin û wiha got: "Bê guman em yekem car nabin şahidên van qedexeyan. Heta niha gelek caran qedexe hatine îlankirin. Lê hemû ferasetên qedexeparêz têk çûne. Feraseta ku naxwaze bi pirsgirêka kurd re bê rûqali hev, êrîşî hemû hewldanên aştî, demokrasiyê dike. "
Fîgen destnîşan kir ku qedexeyên li Tirkiyeyê rastiya îxtîdarê ye û wiha pêde çû, "Lê li hemberî vê rastiyê, rastiya berxwedanê jî heye. Rastiya Newrozê ye. Ev rastiya Newrozê li kolanan nayê qedexekirin. Ji bo gelê me her der qada Newrozê ye. Di têkoşîna kevneşopiya me û vî gelî de di hemû pêngavên dîrokê de her der bûye qada Newrozê. Ji bo gelê me her der qada pîrozbahiya Newrozê ye. Ji ber vê yekê hişmendiya qedexeparêz dê winda bike. Em hemû bi hevre dikarin vê tariyê di ronahiya agirê Newrozê de winda bikin."
Fîgen, da zanin ku gelê Kurd li çar aliyan li hemû bajar, navçe û gundan Newrozê piroz dike û wiha dirêjî da gotina xwe, "Gelê me dê qedexeyan nas neke û hemû derê bike qadên pîrozbahiyê. Heta niha bi dehan caran Newroz hat qedexekirin. Em li gel kuştin û windakirin hatin vê rojê. Ev dorpêç dê rabe û dê têkoşîn, berxwedan û raperîna gel van dorpêçan bişkîne û bi ser bikeve. "
(rc)