Fîgen Yuksekdag: Fezleke parçeyek ji konsepta şere
09:51
Filiz Zeyrek/JINHA
EDENE - Hevseroka Giştiya HDP'ê Fîgen Yuksekdag fezlekeya di rojên derbazbûyî de di derbarê wan de şandîn meclisê de nirxandin kir û got: "Yên dixwazin destnedayîna me rakin, dixwazin destnedayîna xwe biparêzin. Di rastiyê de fezleke jî parçeyek ji konsepta şerê heyiye."
Dema ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de tiştên Serokomar Recep Tayyip Erdogan û AKP'ê dixwestin bidest nexistin li aliyekê ser gelê kurd dest bi konsepta şer kir, li aliyê dinê jî êrîşên xwe yên ser HDP'ê zêde kirin. Serokomar Tayyip Erdogan û AKP ji ber serketinên HDP'ê yên 7'ê Hezîranê hezim nekirin di navê de Hevserokên Giştiyên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag jî di navê de di derbarê rakirina destnedana 23 parlementeran de fezleke ya amadekirin şandin Desteya Bilind a Meclisê. Fîgen Yuksekdag di derbazê rakirina destnedana wan de ji ajansa me re nixandin kir.
'Şer bi fermana sarayê despêkir'
Fîgen destnîşan kir ku di dîroka siyaseta Tirkiyê de HDP di aliyê gelan de hêviyeke û wiha domand: "Li hember deshilata heyî heya niha bi qasî siyaseta HDP'ê bihêz derneketiye. Xwestin rejîma yek partî û yek mêrî bisekpînin, lê siyaseta HDP'ê bihêz derket li hemberî wan. AKP ya ku dixwest diktatoriyekê avabike û rêveberiya sarayê xwestin vê alternatîfê bixeniqînin. Piştî 7'ê Hezîranê li bîra herkesê tê. Ew enerjî, hêv û kelecan li bîra herkesêye. Paşê jî baş tê bîra herkesê şerê ji aliyê sarayê ve hatî despêkirin. Bi êrîşa Pirsusê re li hember HDP'ê şer da despêkirin. Di rastiyê de fezleke jî parçeyek ji konsepta vî şerî ne."
'Em li ser peyîwira xwe ne'
Fîgen bilêv kir ku yên naxwazin pêşeroja Tirkiyê bifikirin destnedanê dixin rojevê û wiha berdewam kir: "Tirkiye ber bi salên 90'an ve birin. Li hember destnedanê mînakên salên 90'an dixwazin nîşan bidin. Ev êrîşane qet me ji hêz nadanin. Wê qet nekarin rojeva me bidin guhertin. Em li ser peyîwira xwene. Li aliyekê gelê me ji bo rêveberiyek nû ya demokratîk di nava bajarên dibin dorpêçan de berxwedanê berdewam dikin. Li aliyê dinê jî em li qadên 8'ê Adarê û Newrozê bûn û emê hîn jî li qadan tekişînê berdewam dikin."
'Zu yan dereng dêbên darezandin'
Fîgen anî ziman ku ew terefdarê bi yekcarî rakirina destnedanê ne ji bo 550 parlementeran û hemû saziyên dinê yên dewletê û wiha dom kir: "Divê destnedana gerneral, orgeneral, misteşarê mitê û Serokomarê dibêje; 'Ez makezagonê nasnakim' û li Cizîr, Sur û Nisêbînê sucê şer dikin jî bê rakirin. Yên destnedana me radikin hewldidin destnedana xwe biparêzin. Bi çî awayî nêzdibin bila bibin, nikarin sucê xwe veşêrin. Zu yan jî dereng dê bên darezandin."
(zt)