Ji Meclisa Jinê ya DBP'ê ji bo Sûrê banga bilindkirina tekoşînê

13:05

JINHA

AMED - Meclîsa Jinê ya DBP'ê li hemberî biryara "îstîmlaqkirina" Sûrê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku polîtîkaya qirkirinê ya ku di 1915'an de li hemberî ermenan pêk hat îro bi destê AKP'ê ser kurdan tê ceribandin.

Meclîsa Jinê ya DBP'ê têkîldarî biryara "îstîmlaqkirinê" ya ji bo Sûrê û îstîsmara zayendî ya li hemberî zarokan ku di demên dawî de zêdetir bûye li avahiya şewirmendiyê de daxuyanî da çapemeniyê. Endamên Meclîsa Partiyê ya DBP'ê yên jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Endama Meclîsa Jinê ya DBP'ê Fikriye Aytîn daxuyanî da û diyar kir ku di bin navê qedexeya derketina derve de qatlîamên komî, xirakirin pêk hat niha jî tê xwestin ku qanûna "îstîmlaqkirinê" derxînin. Fikriye bal kişand li ser qirkirina ermenan a di 1915'an û anî ziman ku piştî evqas dem li Cizîr, Sîlopî û Sûrê heman pêkanîn tê xwestin bixin dewreyê, bi "îstimlaqkirinê" ve tê xwestin mal û milkên kurdan bê desteserkirin, armanca îstîmlaqkirinê bêmirovkirin, koçberkirin û dagirkirinê ye.

Fikriye destnîşan kir ku ew ê serî li Dadgeha Qanûna Esasî, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo parastina mafên milk bidin û biryara îstîmlaqê bişîponîn. Fikriye bang li hikûmetê kir ku ji biryara îstîmlaqê vegere. Fikriye bal kişan îstîsmaya zayendî ya li dijî zarokan ku di demên dawî de zêdetir bûye jî û bilêv kir ku zêdebûna van bûyeran rizandina civakî zêde dibe.

(zt)