Selma Irmak: Divê bêdengiya li hember hovîtiyê bê xirakirin
10:01
JINHA
MÊRDÎN - Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak, bal kişand ser êrîşên qirkirinê yên 24 rojên li Geverê didomin û dest nîşan kir ku cenazeyên berxwedêrên xwerêveberiyê yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin di rewşeke nenasiyê de ne û wiha got, "Divê em ji bîr nekin, ev wehşet bes bi bertekên civakiyî dikare raweste. Yan jê dê Cizîreke nû xwe bide der."
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê êrîşên qirkirinê yên hêzên dewletê di roja 24. de jî didomin. Li hemberî van êrîşên hêzên dewletê berxwedana xwerêveberiyê ya hêzên YPS/YPS-JIN jî bi biryardarî berdewame. Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak êrîşên hêzên dewletê û berxwedana ku li hember êrîşan tê dayîn nirxandi.
Selma derbarê cenazeyên li Geverê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin û ji bo karên otopsiyê ew şandibûn Saziya Tibê ya Edlî ya Erziromê axivî. Selma diyar kir ku ji cenazeyan gelek jê di rewşeke nenasiyê de ne ku nayên teşhîskirin û wiha got, "Hefteyek berê 10 cenaze anîn Saziya Tibê ya Edlî ya Erziromê. Ji wan cenazeyên li wir 6 jê nayên naskirin. Roja şemiyê jî 12 cenazeyên din anîn. Ji bilî van agahiya ku me bi dest xistiye dibêjin 14'e cenaze jî li Geverê tên rawestandin . Em nizanin bê ev agahî çiqas rast çiqas nerast e. Wekî hûn dizanin di parvekirinên hêzên dewletê yên wek JOH û POH'an dixuyê ku li holê cenaze heye û ev ji aliyê heywanên li kuçeyan tên xwarin. Em jî li ser vê li Walîtiya Colemêrgê geriyan. Walîtî got, dîmen rastin û cenaze ji wir hatiye wergirtin. Yanî heke li gor van tiştên heyî em bigirin dest, dixwazin heman wehşetên li Cizîr, Sûr û Hezexê pêk hatin, li Geverê jî pêk bînin."
'Li hemberî wehşetê bêdengiyek heye'
Selma anî ziman ku li bajar û navçeyên qedexeya derketina kolanan didomin, her roj rastî wehşetekê tên û wiha got, "Lê belê raya giştî vê wehşetê nabîne û li hemberî vê xwe li bêdengiyê datîne. Ev jî dibe sedema ku em dê her roj rastî wehşetekê bên. Li taxên ku pevçûn lê naqewimin jî wehşet xwe didin der. Nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê. Ji yên dixwazin biçin re jî dibêjin 'Ya ji vir derên herin yan jî têkevin hundir û bisekinin'. Li gel vê li cihên dorpêçkirin lê tune ye jî ji wesayîtên zirxî heqaretî welatiyan dikin. Heta deriyên malên wan tên şikandin û bi darê zorê welatî ji mal tên derxistin û ji wan re dibêjin 'Hûn diçin kuderê biçin'."
'Tiştên tên jiyîn tenê bi bertekên civakiyî dikarin rawestin'
Selma anî ziman ku li gel Geverê li bajar û navçeyên ku qedexeya derketina kolanan li wan didome polîtîkayên qirkirinê dixin meriyetê û bi vî awayî wehşet xwe didin der û diyar kir ku li hemberî van pêkûtiyan divê êdî her kes bêje "bes" e.
'Dê Cizîreke nû xwe bide der'
Her wiha Selma got hemû hewldanên wan ji bo rawestandina van wehşeta ye û wiha got, "Lê belê ev wehşet bes bi bertekên civakî dikare raweste. Yan jê dê Cizîreke nû xwe bide der."
(rc)