Feleknas: Bi fezlekeyan re dixwazin siyaseta demokratîk bixitimînin

10:16

Bêrîtan Elyakut / JINHA

AMED - Têkîldarê fezlekeyên ku derbarê parlementerên HDP'ê de ketiye rojevê Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca diyar kir ku armanca fezlekeyên ku ketine rojevê xitimandina pêvajoyên siyaseta demokratîke.

Li gorî buroya hiqûqê ya HDP'ê 506 dosyayên destnedayînê hatine amadekirin. Bi giştî der barê 112 wekîlan de dosya hatine vekirin. Ji 112 wekîlan jê 41 wekîl ên HDP'ê ne. Der barê 41 wekîlan de 278 fezleke hatine amakirin. Der barê 33 wekilên CHP'ê de 116 fezleke, der barê 21 wekîlên AKP'ê de 41 û der barê 6 wekîlên MHP'ê de 14 fezleke hatine amadekirin. Li ser fezlekeyên ku piştî her xebatekê pêşkêşî meclîsê têkirin de Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca diyar kir ku AKP'ê bi dosyayên destnedayînê dixwaze polîtîkayên şer rewa bike û got bi vê yekê re dixwaze siyasetmedaran biçewsîne.

'Bi fezlekeyan re dixwazin me paşve bixin'

Feleknas destnîşan kir ku hikûmet êrîşêk giran li hember wekîlên HDP'ê û Şaredariyên DBP'ê dike û got bi destdayîn û fezlekeyan re dixwaze pêşiyê vîna gel bigre. Feleknas bilêvkir ku divê rûyê şer yê ji du aliyên ku tê meşandin bê dîtin û wiha domkir, "Her wekîlek ku ji aliyê gel ve hatibe hilbijartin, mafê wan heye ku ramanên xwe azad bînin ziman. Lê aqilê dewletê rêz li ber fikrê azad yê gel xwe nagre. Ên ku fikrên xwe yê azad bînin ziman an tên girtin an jî tên binçavkirin. Tevî akademîsyen û rojnameger gel jî di nava tehlûkeyek mezinde ne. Dewlet li hember hestên gel ên ku di meclîsê de dikevin rojevê bi fezlekeyan dixwaze paşve bixe. Li hember fezlekeyan em ê xebatên xwe berdewam bikin û em ê fikrên xwe ên azad bînin ziman."

'Dixwazin pêşiyê siyaseta demokratîk bigrin'

Feleknas da zanîn ku di meclîsê de tenê partiya HDP'ê muxelefetê dike û got ji ber vê AKP'ê dixwaze HDP'ê li dervî siyasetê bigre. Feleknas anî ziman ku armanca dosyayên destnedayînê, xitmandina siyaseta demokratîke û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ligel her cure êrîş em ê ligel gelê xwe bin. Eger li ligel gelê xwe bûyîn sûce, em ê vê sûcê pêk bînin. Ji ber em qîrîna azadî û aştî yê gel radighînin me sûcdar hesab dikin. Têkoşîna me li hember polîtîkayên qirkirin û komkujiyan wê berdewam bike."

Feleknas diyar kir ku bi taybet dosyên tecavûz, rişwet, îhale û neqanûnî hene û wiha got, "Eger darizandinek pêk were ne fikrê azad û siyasetê divê dosyên tecavûz, rişwet, îhale û neqanûnî bên darizandin." Feleknas qala bê hiqûqî, faşîzim, komkujî û hilweşînên ku li tirkiyê tê pêk anîn kir û got dixwazin van bûyeran bi destnedayînê ser bigrin. Feleknas balkişand ku divê rojevê esasî bibe Şirnex, Silopî û Nisêbîn û wiha dawî li gotina xwe anî, "Em bi fikrê ku tirkiyê ber bi demokratîkbûnê ve bibe tevdigerin. Em ê tu car tawîz ji rêgezên xwe nedin. Em ti car ji rabûna biryarê destnedayînê ne tirsîne, ji ber ti car ji bo berjiwendiyê xwe me bikar ne anî. Em ê heya dawî têkoşîna xwe yê demokratîk bidomînin."

(rc)