Perwîn Buldan:Divê heyetek ser bixwe û navnetewî biçe Îmraliyê
09:11
JINHA
STENBOL- Ji Heyeta Îmraliyê Perwîn Buldan tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got ku divê AIÖK, AHÎM û BM biçin Îmraliyê û tecrîta li ser Abdullah Ocalan di cih de çavderî bikin. Perwîn anî ziman ku divê tecrîta li ser Abdullah Ocalan demîldest rabe.
Parlamentera HDP'a Stenbolê Perwîn Buldan tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rewşa wî ya awarte nirxand. Perwîn ya ku di pêvajoya çareseriyê de di Heyeta Îmraliyê de cih digirt diyar kir ku ev salek e bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin tên asteng kirin û ji sala 2011’ê parezerên Abdullah Ocalan nikarin bi muvekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Perwîn wiha axîvî: “Birêz Ocalan dibin tecrîtê de tecrîtek din dijî. Em di derbarê tendûrîstî û jiyana wî de bi fikar in. Çawa ku AKP’ê li ser gelê kurd şer îlan kir di heman demê de jî kesê ku gelê kurd wî wek Rêber ji xwe re dibîne jî dibin tecrîtê de gelê kurd ceza dike.”
Perwîn li ser xirakirina pêvajoya çareseriya gelê kurd û qulbandina masaya muzakereyê jî ev tişt got: “Rayadarên dewleta tirk dibêjin ku wan pêvajoyê xistiyê sarincê, ev şaşitiya herî mezin e. Divê demîldest muzakere û pêvajoyên aştiyê di şert û mercên baştir de bên destpêkirin.”
‘Divê heyetek ser bixwe û navnetewî biçe Îmraliyê’
Perwîn di berdewamiya axaftina xwe de got ku divê heyeteke ku ji AIÖK, AHÎM û BM'ê ya ser bixwe û navnetewîn pêk tê biçe Îmraliyê û tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di cih de çavderî û lêkolîn bike. Perwîn destnîşan kir ku pêvajoya demokrasiyê ya ku ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve ji bo Tirkiyê hate destpêkirin jî, ji bo saziyên ku hatin jimartin jî gavek pir girînge. Perwîn got lewra divê AIOK'ê biçe Îmraliyê û li ser rewşa Abdullah Ocalan lêkolînên bingehîn bike. Perwîn li ser rewşa awarte ya li Rojhilata tê jiyandin jî derbîrî û ev tişt got: “Meseleyên li Rojhilat tên jiyandin hemû cihan û rayagiştî bibandor dike. Li welatekî ku mirov bi bombeyên zindî tên kuştin û şerekî mezin tê jiyanadin. Divê ev saziyên ku mafên mirovan diparêzin bikevin nav tevgerê.”
Perwîn di dawiyê de banga hestiyarî tevgerîn li raya giştî kir.
(ho/rc)