Filiz Kerestecioglu: Gotinên Bahçeli ruyê deshilatiya mêrane

10:04

JINHA

STENBOL- Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Filiz Kerestecioglu, gotinên Serokê Giştiyê MHP'ê Devlet Bahçeli yên ji bo komkujiyan 'çareserî' yê "kevir li ser kevir û serî li ser laş nehêlin" weke ruyê deshilatiya mêran nirxand.

Serokê Giştiyê MHP'ê Devlet Bahçeli di axaftina xwe ya civîna komê de gotibû: "Ji bo wan sê rojan destura valakirina bajêr bidin. Paşê jî li Nisêbînê kevir li ser kevir û serî li ser laş nehêlin. Ji bo ji nû ve avakirina Surê zend û bendê xwe badane, dê Nisêbîn, Şirnex û Geverê jî li gorî mîmariya tirk-îslamê ji nû ve avabikin." Bi van axaftinên xwe carekdinê di konsepta şer de piştevaniya xwe ya ji bo AKP û Sarayê nîşan da. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Filiz Kerestecioglu da zanîn ku Devlet Bahçeli Tirkiye teslîmî polîtîkaya şer kiriye û di hemandemê de bertek nîşanî helwesta Serokomar Recep Tayyip Erdogan a li hember siyaseta kurdan û li ser ên alîkariyê didin tehdîda ji welatîbûnê derxistinê da.

'MHP li hember îstismara zarokan bêdeng ma'

Filiz destnîşan kir ku Devlet Bahçeli Serokatiya Meclisê weke xelat pêşkêşî AKP'ê kirî alîkarî daye û wiha domand: "Paşê jî di her rewşê de weke ku alîkarî bide hemû polîtîkayên AKP'ê wiha nêzbû. Herî dawî dema ku me ji bo îstismara zarokan helwest nîşan da, ji bo ku dengê redkirinê bikarneyîne, beşdarî dengdanê nebû û derket derve. Em tine hesibandin, bi dijminane nêzî me dibin di rastiyê de 6 milyon bijêr û malbatên wan tine hesibandine. Di vê de paya Erdogan a her kesê weke yêndinê dîtin û siyaseta dijminahiyê şopandinê heye."

Filiz bilêv kir ku gotina "Kevir li ser kevir serî li ser bedenê nehêlin" dîtina deshilatiya mêrane û wiha berdewam kir: "Dema ku min li wê daxuyaniyê guhdarî kir lîstokên şer ên didin destê zarokên kur hatin bîra min. Weke lîstokan mirovan ji deverekê neqlî deverek dinê dikin. Weke ku ev gel lîstokên wanin dê jiyana xwe li gorî wan avabikin. Erdogan jî ji bo xwe bi bijêrên xwe ve kilît bike gotinên xwe yên tehrîk kirinê berdewam dike."

Filiz anî ziman ku Serokomar ji welatîbûnê derxistina welatiyan tirajîkomîke û wiha dom kir: "Welatiyên ji derveyî welat dikarin ji welatîbûnê bên derxistin. Lê welatiyên di nava welat de hem ji welatîbûnê derdixe, hem jî derketina wan a ji derveyî welat qedexe dike. Di rastiyê de polîtîkayek û şaşwaziyek wiha nîne. Nêrîna Erdogan wihaye; 'siyasetê nekin, ezê bi polîtîkaya şer bigihim xala ku dixwazim.' Li hember vê polîtîkayê ji bilindkirina dengê aştiyê zêdetir çare nîne. Ji bo wê jî dixwaze têgiha terorê jî ji nû ve şêwe bike. Di darbeya sala 1980'an de jî me ev dît. Gotinên ji bo akademisyenan hatî gotin, derxistina welatiyan ji xwe ti ferqa wan ji kenan Evren nemaye. Em hêviya xwe winda nakin, li gel her tiştî jî emê di nava şêwirmendiyê debin. Emê hemû polîtîkayên wan ên îstismara zarokan, şideta ser jinan, polîtîkaya şer û polîtîkaya wan a derdorê deşifre bikin."

(zt)