Meclisa Jinên DBP'ê: Emê siyaseta Tirkiyê biguherin
13:09
JINHA
AMED - Meclisa Jinên DBP'ê bi beşdariya hevserokên navendê civîna çapemeniyê lidarxistin. Cîgira Hevseroka Giştiya DBP'ê Gulcihan Şimşek got: "Îdiaya me ya guhertina siyaseta Tirkiyê heye û emê vê têxin meriyetê. Li Kurdistanê polîtîkaya koçberiyê tê meşandin. Emê li hemberî vê polîtîkaya koçberiyê bisekinin."
Meclîsa Jinan a DBP'ê, derbareyê pêkanîn li Kurdistan û Tirkiyeyê tên jiyîn û derbareyê kongreya DBP'ê de li Navenda Şêwirmendiyê ya DBP'ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de Berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê Fatma Gul axivî.
Fatma diyar kir ku ew dê di gulanê de kongreya xwe yî awarte li dar bixin û ji bo kongre bi awayekî zexm pêk bê ji niha ve dest bi xebatan kirine. Fatma da zanîn ku derbareyê Meclîsa Jinan û kongreyê de ji bo bibin bersiva pêvajoyê dê nîqaş bên kirin. Fatma dest nîşan kir ku gelek rêveberên navçe û bajaran hatine binçavkirin, ji wan bidehan hatine girtin û diyar kir ku polîtîkayên qirkirinê didomin. Fatma got, li Tirkiyeyê kesên aştî û demokrasiyê dixwazin û di vê rêçê de li ber xwe didin tên girtin û diyar kir ku ji aliyekî ve komkujiyên komî pêk tên û li aliyekî jî bi komî kesan digirin. Di vî warî de Gul bang kir ku, li hemberî van komkujî û polîtîkayên qirkirinê divê têkoşîn hîn zexmtir bibe.
Fatma siyaseta AKP'ê ya demên dawî nirxand û got, AKP û Serokkomar Erdogan bi awayekî giştî "dîn û har bûne" û polîtkayeke bi vî rengî dimeşînin. Fatma anî ziman ku, feraseta AKP'ê dixwaze di şexsê jinan de civakê teslîm bigire û îro ew bi siyaseteke bi vî rengî rû bi rû ne. Fatma bal kişan ser nîqaşên AKP û CHP'ê yên Wezîra Polîtîkayên Malbatî û Civakî Sema Ramazanoglû û wiha got, "AKP û CHP bi rojane di ser jinekê re nîqaşên qirêj dikin. A rast mebest ji van nîqaşan ew e ku ser siyasetên xwe yî qirêj binixumînin. Em destûrê nadin di ser jinan re siyasetê bikin û vê qebûl nakin. Nêzîkatiyên bi vî rengî her tim pêk tên. Em vê bi awayekî tund şermezar dikin. Em dê bi çalakiyên xwe vê nêzîkatiyê protesto bikin."
'Îdiaya me ya guhertina siyaseta Tirkiyê heye'
Cîgira Hevseroka Giştiya DBP'ê Gulcihan Şimşek jî da zanîn ku hemû êrîş ser bedena jinan tên kirin. Gulcihan bilêv kir ku dê weke jin li hember hemû êrîşan hîn zêdetir xwe bi rêxistin bikin û wiha dom kir: "Weke Meclisa Jinên DBP'ê emê berxwedana xwe mezin bikin. Gelek hevalên me qetilkirin û gelek ji wan jî xistin hindirê çar dîwaran. Îdiaya me ya guherîna siyaseta Tirkiyê heye û emê vê têxin meriyetê. Li Kurdistanê polîtîkaya koçberiyê didin meşandin. Emê li hember polîtîkayên koçberiyê bisekinin. Yên mirinê naxwazin û aştiyê dixwazin ketine rewşa sucdarbûnê de, lê emê dest ji van daxwazên xwe bernedin."
(zt)