Fîgen: Li qadên ku berxwedan bûye çand ew ê qet têk neçe
09:11
JINHA
WAN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yûksekdag berxwedana gel yê li hember polîtîkayê komkujî û dagirkirinê yê ku li Kurdistanê pêk tê nirxand û got, "Berxwedana gelê Kurd yê li Gever, Nisêbîn, Silopî, Cizîr û Ferqînê xwe dispêre rehê jiyanê û berxwedanê. Li qadên jiyanê berxwedan veguheriya çandek. Ji ber vê bi êrîşên qirkirinê ew ê qet nekaribin rehê berxwedanê têk bibin."
Bi tecrîtkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re, êrîşên qirkirinê piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê despêkir. Ji ber êrîşê qirkirinê bi hezaran gel neçar ma koçber bibin. Siyasetmedar fermanê 'kevir ser kevir nehêlin' didin. Li beramberî êrîşê qirkirinê berxwedana gel li qadên xweser dewam dike. Têkîldarê pêvajo û êrîşên dewletê yê li hember gelê Kurd Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yûksekdag nirxandin kir. Fîgen diyar kir ku hikûmeta AKP'ê û Serokomar Recep Tayîp Erdogan li hember gel pêvajoyek sîstematîk daye despêkirin û da zanîn ku di encamê êrîşên dewletê de bi sedan mirov jiyana xwe ji dest da. Fîgen destnîşan kir ku pêk anînê dewletê û artêşa Tirkiyê yê li hember gelê Kurd sûcek yê mirovahiyê ye.
'Ev yek berxwedana gelek dide diyar kirin'
Fîgen anî ziman ku divê îqtîdara siyasî hesabê sûcê ku pêk aniye bide û wiha domkir, "Li hember her cure şerê faşîzmê berxwedana gel, ciwan û jin heye. Asta êrîşê girane lê li hember van êrîşan ne berxwedana komek berxwedana gelek yê bi mînak û dîrokî heye. Dewleta Tirkiyê ligel ku tevahî hêzê xwe dibe ser qadên berxwedanê, nikare hêza berxwedanê têk bibe û wiha pêde çû, "Eger di rastiyê de Tirkiyê xwestiba li hember terorê şerkiriba ev şer wê ewqas dirêj nekiriba. Gava ku dît li hember êrîşan berxwedana gel mezin dibe, operasyonên xwe berfireh kir. Li hember rejîma Qesra-AKP'ê gelê Kurd navenda berxwedana demokratîk dan despêkirin."
'Ev welat ne yê dîktatorane'
Fîgen di dawiyê de qala gotinên Serokomar yê têkîldarî ji hemwelatî avêtin jî kir û wiha dirêjî da gotina xwe, "Bêy ku şermbike dibêje ên ku serî li hember min netewînin ez ê wan ji hemwelatiyê bavêjim. Bi vê yekê asta xwe diyar dike ji xwe. Ev gotinek vekirî a faşîzaneye. Welat wek malê xwe dibîne. Gelê Kurd û Elewî tevî jin, ciwan û zarokên xwe bi salane têkoşîna nasnamebûnê didin. Bi zîhniyetek wiha re ne gengaze em aştî pêk bînin. Ev ax ne axê ku dîktator li ser dîktatoriya xwe pêk bînine. Berxwedana gelê Kurd yê li Gever, Nisêbîn, Silopî, Cizîr û Ferqînê xwe dispêre rehê jiyanê û berxwedanê. Li qadên jiyanê berxwedan veguheriya çandek. Ji ber vê bi êrîşên qirkirinê ew ê qet nekaribin rehê berxwedanê têk bibin."
(hk/rc)