'Gelê Cizîrê dê li dijî dagirkeriyê têbikoşe'
14:20
JINHA
ŞIRNEX - Saziyên civakî yên Cizîrê, têkildarî "Îstimlakirina lezgîn" a der barê Cizîrê de civîna çapemenyê pêk anîn. Di civînê de Wekîla HDP'ê yê Elîhê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku axa gelan ji aliyê notirvanên Qesrê ve tê dagirkirin û ew dê destûr nedin vê yekê.
Piştî Lijneya Wezîran der barê Cizîrê de jî biryara "Îstimlakirina lezgîn" da saziyên civakî yên Cizîrê û rêveberên HDP û DBP'ê li salona konferansê ya Şaredariya Cizîrê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de wekîla HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Serokê DBP'ê yê Şirnexê Yahya Îdin, Hevşaredarên Cizîrê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Di civînê de wekîla HDP'ê ya Êlihê Ayşe, anî ziman ku li Cizirê notirvanên qesrê bajar dagir kiriye û wiha got: "Axa gelan ji aliyê notirvanên Qesrê ve hatiye dagirkirin. Ev îstimlakirin ne ji bo gel, ji bo qesrê ye. Niha axa gelan li vir ji aliyê notirvanan ve hatiye dagirkirin. Paşeroja gelan dikin hedef. Niha jî dîroka bajar dikin hedef. Dixwazin hemû nirxên mirovahiyê û paşeroja mirovahiyê tune bikin. Dixwazin hemû şert û mercên jiyana mirovahiyê tune bikin. Dixwazin vê axê pêşkêşî TOKİ'ê bikin."
Ayşe, qerekolên ku li nava bajar û herêmê tên avakirin jî rexne kir û da zanîn ku wan berê jî dît çi hatiye kirin û dê çi bê kirin. Ayşe, destnîşan kir ku ji ber gefên hêzên dewletê ewlehiya welatiyên herêmê di bin tehlûkê de ye û wiha domkir, "Dewlet Cizîrê dagir û desteser dike. Lê gelê Cizîrê dê vê yekê qebûl neke û destûr nade vê yekê. Gelê Cizîrê dê li dijî vê dagirkeriyê têbikoşe. Tenê bi zarokan bimîne destûr nayê dayîn."
(rc)