Fîgen Yuksekdag: Xiyalê hûn ji bo Sûrê dikin dê veguhere kabûsan

15:34

JINHA

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di komcivîna partiya xwe de axivî. Fîgen li hemberî gefa Serokkomar Erdogan a "Ya hûn ê serî bitewînin an jî hûnê serî bidin" got, "Rast e me serî daye lê dîrok jî dizane me tu carî serî netewandiye, em dê netewînin jî." Fîgan li hemberî biryara "îstîmlaqkirina lezgîn" jî bertekên xwe dan der û wiha got, "Serokomarê welatekî di nav xiyalên rûxandina bajaran de ye. Xiyalê ku hûn ji bo Sûrê dikin dê di demeke nêz de bo we veguhere kabûsan."

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Fîgen Yuksekdag, di komcivîna partiya xwe de geşedanên rojane nirxandin. Fîgan di destpêka axaftina xwe de derbarê dorpêç û êrîşên li Kurdistanê de axivî. Fîgen got, "Ûnsûrên ku HDP'ê jê pêk hatiye bîat nakin, teslîm nabin. Îktîdara AKP'ê li hemberî kesên bîat nakin li her derî li hemû qadên jiyanê opreasyonên zext û zoriyê, girtin û qirkirinê didomîne. Ev der, hîn jî di bin dorpêçkirinê de ne û van qadên jiyanê li gelê me dike jehr. Ji meha tîrmehê heta niha li 7 bajarên Tirkiyeyê bênavber dorpêçkirin didiomin. Ji tirmehê vir ve bi awayekî aşkere rûxandina cemaweriyê pêk anî. 700 welatiyên sivîl li van qadan hatin qetilkirin. Lê îktîdara siyasî wek tu tişt nebûbe rejîma xwe li me ferz dike. Bi hilweşîn û qirkirinê re rêveberiya awarte çareser nabin. Li Nisêbînê wergirtina berpirsiyarî ji destê walî û dewrkirina leşkeriyê, darbeyek e. Îro nêviyê Tirkiyeyê bi feraseteke darbeyî tê îdarekirin."

‘Xiyalê hûn ji bo Sûrê dikin dê veguhere kabûsan'

Fîgen derbarê biryara "îstimlaqkirina lezgîn" a ji bo bajarên Kurdistanê bertekên xwe dan der û wiha pê de çû: "Biryarên desteserkirinê ew siyasete ku, kesên bîat nakin wan tevî bajarên wan hildiweşînin û tune dikin. Wateya vê tenê ev e. Tenê sûçê wan welatiyên li wan navçeyan ew e ku bîatî AKP'ê nekirine. Bi mehan e bedêla vî sûçî bi wan didin dayîn. Ji gel re dibêjin, 'em bin û hûn bîatî me nekin. Wê demê em tenê hilweşandina malên we, em dê dest deynin ser axa we jî'. Biryarên desteserkirinê ji Qesrê re xizmetê dikin. Ji bo li Sûrê li serê metroyê qerqolekê ava bikin operasyonan pêk tînin. Sermayedarên AKP'ê ji bo Sûrê ketine rêzê. Derdê wan ew e li derên hatine hilweşandin rantê bi dest bixin. Bêyî aramiyê ji bo gelê kurd bînin, bêtir şer û mirinê tînin. Di dîrokê de kî hat û kî çû. Çend dîktator, çend padîşah, çend qiral hatin û çûn. Lê gel bi serbilindî li ser piya ne. Derdê wan ruhê Sûrê ye. Dixwazin wî ruhî tune bikin. Li hemberî vî ruhî Serokkomar dibêje 'bi salan min xiyala hilweşîna Sûrê dikir'. Serokomarê welatekî xiyalê hilweşîna bajaran dike. Xiyalê ku hûn ji bo Sûrê dikin dê di demeke nêz de bo we veguhera kabûsan."

‘Dixwazin rêya îtiraza biryarên desteserkirinê bigirin'

Fîgen derbarê maddeya yasaya torbeyî de axivî û wiha got, "Biryarên desteserkirinê yên ku dane, ji bo mafê îtirazê xesp bikin, zagoneke nû derdixînin. Dema ev biryar bê pejirandin dê her derî dagir bikin, dê rêya darazê dagir bikin. Îro biryara ji bo Sûrê hatiye dayîn dê sibê ji bo taxeke Enqereyê jî têkeve dewrê. Ji ber vê ye bi kîs û telîsên tije zagon derdikevin pêşberî me û wan kîs û telîsan tije dagir dikin û li tarîtiyekê vedişêrin."

‘Tiştên dixwazin li Sûrê bikin li Gurgum û Sêwasê dikin'

Fîgen, da zanîn ku dixwazin qada gelan a Sûrê desteser bikin û tiştê ku îro li Sûrê dixwazin bikin li Gurgum û Sêwasê jî dikin û wiha got: "Warên welatiyên me yên elewî desteser kirin. Li wir kamp ava kirin. Ev kamp li dijî demografiya herêmê ye. Di bin navê kampê de dixwazin hêza xwe ya paramiliter bi cih bikin. Berxwedana gelê me ya Gurgumê ya li dijî kampan, têkoşîna Amasya ya li dijî HES’ê û têkoşîna gelê Sûrê yek e. Hemû li dijî zilmê ye."

‘Yên gef xwarine ji mirovahiyê derketine'

Fîgen, gotina Serokomar Erdogan a “ji welatîderxistinê re jî rexne kir got: "Hûn ji Mirovahiyê derketine. Hûn dixwazin kesên koletiyê qebûl dikin ava bikin. Hûn dixwazin welatiyên xwe ava bikin. Em nabin welatiyên Qesrê."

Fîgen, bal kişand ser pirsgirêka penaberan jî û da zanîn rêbaza çareseriyê ya herî hêsan rawestandina şerê li Sûriyê ye. Fîgen, xwest êdî dest ji piştgiriya çeteyên DAİŞ'ê bê berdin û got piştgiriya herî baş piştgiriyê nedina DAÎŞ'ê ye.

Fîgen, da zanîn ku şerê li herêmê zerarek mezin dide aboriyê jî û wiha domkir: "Hatina Tirkiyeyê ya neteweyî ji sedî 80 milyar dolar ket xwar. Windahiya hatinê 120 milyar dolar e. Ev zerar hemû ji beriya gel derdikeve. Em vî şerî bi dawî bikin û sucdaran tawanbar bikin."

Fîgen, destnîşan kir ku herî zêde jin û zarok berdela vî şerî didin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ev şerê mêran ê ji bo îxtîdarê ye. Îstîsmara zayendî ya Karamanê jî ev yek e. Niha tecawizkaran diparêzin. Dixwazin şer û aloziyê zêde bikin û tacîz û tecawizê veşêrin. Divê bi lezgîn li meclîsê komîsyon bê avakirin. Hemû kes li dijî zarok û jinan berpirsiyar in. Em destûr nadin ku destdirêjiya li ser zarokan bi şerê mêran veşêrin. Divê hemû kesên dibêjin 'Ez mirov im' li dijî vî sucê mirovahiyê dengê xwe bilind bikin."

Fîgen, girtina rêveberên DBP'ê û KJA’yê jî rexne kir û da zanîn ku kesên destê xwe dirêjî gel dikin û bi gel re di nava şêwirmendiyê dene tên girtin. Fîgen, destnîşan kir ku li ser îdîanameya 2009'an dîsa operasyonê pêk tînin û dîsa operasyona komkujiya siyasî dan destpêkirin û wiha got: "10 hezar siyasetmedarên kurd hatin girtin. Lê hûn jî dê bên girtin. Girtiyên siyasî 39 rojin di gireva birçîbûnê dene. Kesên ketine girevê li dijî muameleyên li dijî mirovahiyê ketine çalakiyê." Fîgen, gotina Ahmet Davutoglu ya destnedayînan jî rexne kir û wiha got: "Eceleya yên Qesrê heye, lê tu eceleya me tune ye." Fîgen, gotina Serokomar Erdogan a "An hûnê serî bitewînin an hûn dê serî bidin" jî şermezar kir û wiha berdewam kir, "Me di dîrokê de gelek caran serî daye. Lê em tucarî serî natewînin. Em ser didin lê em rûmetê naxin bin piyan."

(rc)