Leyla Guven: Bi destê darazê siyaseta kurdan tê asteng kirin

09:22

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED – Hevseroka KCD'ê Leyla Guven operasonên demên dawî ser nûnerên kurdan zêdebûne nirxand û got: "Ji xwe di nava kurdan de jin, zarok, ciwan, kal û pîrên girtîgeh nedîtî nemane. Hewildidin bi destê darazê siyaseta kurdan asteng bikin."

Operasonên KCK'ê yên di 14'ê Nîsana sala 2009'an de despêkirin, di nînsana sala 2016'an de jî bi lez berdewam dike. Di demên dawî de êrîşên ser DBP, KJA û HDP'ê zêdebûne, ji gelek STK û gelek kesîman bertekên li hember êrîşan zêdebûne. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku di operasonên KCK'ê yên 14'ê Nîsana sala 2009'an de hatî girtin û 5 salan di girtîgehê de mayî operasonên qirkirina siyasiyên li hember rêveberên kurdan berdewam dike nirxand. Leyla da zanîn ku wan di sala 2009'an de weke partî serketinên mezin bidestxistin û serketinên wan ji aliyê deshilatiyê ve nehatin hezimkirin ji bo wê jî 14'ê Nîsana sala 2009'an operasonên KCK'ê dan despêkirin.

'Dê bi operasyonan encamê negirin'

Leyla destnîşan kir ku dixwazin bi destê darazê serketinên partiya ku aştî qazanckirî tine bihesibînin, ji bo wê jî operasonên sala 2009'an despêkirin û bê navber dewamkirin. Leyla bilêv kir ku di operasonên sala 2009'an de bi girtina bihezaran mirovan xwestin gelê kurd li hemberî wana çok bişkênin. Leyla anî ziman ku di sala 2009'an de AKP'ê xwest bi tarzê Sri Lanka di herêmî de kurdan û di bejayî de jî PKK'ê biqedîne, polîtîkaya AKP'ê biserneket û kurdanî jî çok nedanî. Leyla derbirî ku dema AKP'ê encam negirtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dest bi hevdîtinan kir û wiha domand: "Pêvajoyek çareseriyê çêbû. AKP'e ya ku ev şans jî xirakir niha cardin vegeriyaye salên 2009'an û operasonan dike. Lê bila bizane ji vana jî nikare encamê bigire."

'Bi destê darazê siyaseta kurdan asteng dikin'

Leyla balkişand ser bi navê KCK-TM bênavber berdewamkirina operasonan, dibin wî navî de operasonan bênavber berdewamkirin. Leyla di operasonan de girtina bi sedan siyasetmendaran bibîrxist û diyar kir ku 5 salan li çêkirina delîlên cezakirinê geriyan. Leyla da zanîn ku piştî di lêgerîna delîlan de encam negirtin di sala 2014'an de hemû siyasetmendar berdan. Leyla destnîşan kir ku ji dîrokê heya niha li hember gelê kurd qirkirina nijadî dikin û wiha berdewam kir: "Di nava kurdan de jin, zarok, ciwan, kal û pîrên girtîgeh nedîtî nemane. Dixwazin bi destê darazê siyaseta kurdan a demokratîk asteng bikin. Li Tirkiyê dayîkek 77 salî bi sedemên vala dikarin bigirin. Li Tirkiyê qala hebûna hiquqê kirin ne gengaze. Dê bi operasonan jî ti encaman negirin. Dê kurd dest ji daxwazên xwe yên mafdar bernedin. Çawan duh kurdan ji bo daxwazên xwe li ber xwe dane, dê îro jî bi heman şêweyî li ber xwe bidin."

'Deshilat naxwazin jin di nava tekoşînê de cîh bigirin'

Leyla balkişand ser êrşên ser jinên siyasetmendar jî tên kirin û wiha dom kir: "Ev rewş deshilatiya mêran nerihet dike. Ji demboriyê heya niha deshilatiya mêran her dem gotiye, 'Despêkê li jinan bixin' û cîhgirtina jinan di nava tekoşînê de naxwazin. Ji ber dizanin dema jinan ji tiştekê bawerkirin teqez berxwedana wê didin."

'Piştî Sarayan emê tekoşîna xwe mezin bikin'

Leyla bilêv kir ku di demên şer de kirkirinên jinan jî zêdedibin, tenê di meha adarê de 31 jin hatin qetilkirin û wiha pêde çu: "Ji bo rakirina komkujiyên jinan û şidetê emê tekoşînê bikin. Em jin ticarî napejirînin ku bi daraza hişmendiya mêran pêşiya me bigirin. Çawan di Girtîgeha Amedê de Sarayan li ber xwe dane, emê jî îro li peyî wan weke jinên KJA yê tekoşînê mezin bikin. Emê li hember binçavkirin û girtinên bêhiquqî li ber xwe bidin."

(zt)