Berxwedana jinan a nayê guhertin: Sêvê, Fatma, Pero, Çimen û Olcay
09:40
Bêrîtan Elyakut / JINHA
AMED - Wekîla Koma HDP'ê Çaglar Demirel qirkirinên siyasî nirxand û got: "Di çarçoveya operasonên KCK'ê yên sala 2009'an de em girtin. Wê demê em li gel Sêvê, Fatma, Olcay, Çîmen, Pero û gelek jinên din girtîbûn. Dema em derketin jî me nîşanî her kesê da ku em dest ji tekoşîna xwe ya jinê bernadin."
Êrîşên qirkirina siyaseiyên ku di sala 2009'an de bi navê 'operasonên KCK'ê' despêkirin, bi konsepta şerê li Kurdistanê despêkirî re cardin xistin dewrê. Di operasonên 14'ê Nîsana sala 2009'an bi navê KCK'ê despêkirîn de gelek jinên siyasetmendarên di qadên cuda de dixebitîn hatin girtin. Di nava jinên siyasetmendarên 5 salan di girtîgehê de mayî Sêvê Demir, Fatma Uyar ên ku di herêmên parastina cewherî de hatin qetilkirin, Olcay Kanlibaş, Çimen Işik û Pero Dundar jî niha cardin bi heman şêweyî girtin. Jinên li gel gel qetilkirin û girtinan jî dest ji tekoşîna xwe bernadin ji aliyê hêzên dewletê ve hedef tên girtin, bi qetilkirin û girtinan dixwazin bêdeng bikin. Wekîla Koma HDP'ê ya ku berê di operasonên KCK'ê de hatî girtin Çaglar Demirel ji nûve despêkirina operasonên qirkirina siyasî nirxand. Çaglar da zanîn ku jinên det ji tekoşînê bernadin dibin hedefa êrîşên hikumeta AKP'ê.
'Xwestin bi qetilkirina Sêvê jinan bê deng bikin'
Çaglar tekoşîna Sêvê Demir a ku di 14'ê Nîsana sala 2009'an de hatî girtin bibîrxist û destnîşan kir ku li gel hemû tindî û êrîşan Sêvê kete gireva birçîbûnê, ti tekoşîna xwe de gav paşde neda. Çaglar bilêv kir ku Sêvê dema ku derket jî tekoşîna xwe berdewam kir, di herêmên rêveberiyên cewherî de ji ber ku di nava gel debû hedef hat girtin û qetilkirin. Çaglar anî ziman ku dê tekoşîna jinan ji cihê mayî berdewam bikin û wiha domand: "Em di çarçoveya operasonên KCK'ê de girtin. Wê demê em li gel Sêvê, Fatma, Olcay, Çiment û gelek jinên dinê girtin. Dema ku em derketin jî me nîşanî herkesê da ku emê tekoşîna xwe berdewam bikin. Bi tayîbetî jî piştî Sêvê ji ber ku me dest ji tekoşîna xwe berneda dewlet dixwaze me bêdeng bike. Hevalên wê yên ku soza tekoşînê tacîdarkirinê dayî digirin û dixwazin bi girtinan bêdeng bikin."
'Dixwazin bi operasyonan tekoşîna jinan bigirin bintindiyê'
Çaglar da zanîn ku dixwazin bi operasonên qirkirina nijadî re rêveberiyên partiyê û rêxistinên jinan bixin bin tindiyan, weke 14'ê Nîsana sala 2009'an jî xwestin bi gel bi operasonên qirkirina siyasî tinebikin, ji bo wê jî AKP'ê bi cemaatê re hevkarî kir û bi wî awayî operason kir. Çaglar destnîşan kir ku vêcarê jî di sala 2016'an de cemaat daye hemberî xwe, di operasonan de MHP û CHP kiriye hevkarê xwe. Çaglar bilêv kir ku dixwazin bi tindî, girtin, kirkirin û koçberiyê vîna gel bişkênin û wiha berdewam kir: "Vîna me bihêze û emê li her deverê li ber xwe bidin. Emê weke parlementer û yên tekoşîna jinan dimeşînin li her qadê di nava gelê xwe debin. Emê li qadan di vê pêvajoyê de bi gel re li ber xwe bidin."
'Wê demê girtin hebû niha jî hem komkujî hem jî girtin hene'
Çaglar balkişand ser operasonên 14'ê Nîsana sala 2009'an û 14'ê Nîsana sala 2016'an û wiha dom kir: "Di 29'ê Adara sala 2009'an de me serketinek mezin bidest xist, piştî wê serketinê operasonan despêkir. Îro jî bi heman şêweyî di 7'ê Hezîrana sala 2015'an de me serketinek mezin bidest xist, cardin jî deshilatiyê hezim nekir û dest bi operasonan kir. Di sala 2009'an de bi komî her kes girtin, di sala 2016'an de jî girtinan bedewam dikin. Lê ferqa salên 2015 û 2016'an ji sala 2009'an kirina komkujiyane. Di vê pêvajoyê de hem komkujiyan hem jî operasonên qirkirina siyasî dikin." Çaglar destnîşan kir ku Sêvê Demir û Fatma Uyar wê demê 5 salan di girtîgehê de man, di sala 2016'an de jî bi qetilkirinan dixwazin çavên herkesê bitirsînin, lê komkujî zêdetir hêrsa wan a berdewam kirina rêya hevalên wan mezin dike.
'Hikumeta AKP'ê ji sekna jinên serbilind ditirse'
Çaglar girtina ser avahiya KJA yê û gelek girtinan bibîrxist û diyar kir ku weke 14'ê Nîsana sala 2009'an cardin wê ev jî di dîrokê de rupelek lanetî bihêle. Çagla da zanîn ku di 14'ê Nîsanê de avêtina ser avahiya DBP'ê û operason netesadufin û wiha pêde çu: "Çawan ku di sala 2009'an de hevalên me yên jin ax negotin dê niha jî bi heman şêweyî li ber xwe bidin. Weke sala 2009'an emê tekoşîna hevalên xwe yên girtî berdewam bikin. Emê ji bo Sêvê, Fatma, Çimen, Pero û Olcay tekoşîna xwe hîn zêdetir mezin bikin. Hikumeta AKP'ê ji sekna jinan a serbilind ditirse. Ji bo wê jî êrîşî ser jinan dikin. Dema ku ew ditirsin em zêdetir li ber xwe didin."
(zt)