'Plana Şark Islahat carekdin xistine pêşiya kurdan'
12:39
JINHA
ŞIRNEX - Di derbarê êrîşên qirkirina siyasiyên ser Şirnexê de Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik diyar kir ku li pêşiya kurdan hilbijêrkên "yan mirin, yan girtin, yan jî koçberî" danîne. Leyla da zanîn ku ew vê planê weke "plana çokdanînê" dibînin û bilêv kir ku dê ticarî kurd dest ji daxwazên xwe bernedin.
Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik 34 rojan dibin navê qedexe kirina derketina kolanan de êrîşên qirkirina nijadiyên ser Şirnexê nirxand. Leyla destnîşan kir ku armancên dewletê li vêderê "yên karî bikuje kuştin, yên dinê girtin û yên man jî koçber kirine" û bilêv kir ku ev jî nû kirina Plana Şark Islahat ya sala 1920'an nû kirine.
'Li gorî ehlaqê şer jî tevnagerin'
Leyla anî ziman ku di 34 rojan de dewletê hemû teknîka xwe ser Şirnexê xebitan, bi hemû çekên giran êrîş kir û wiha domand: "Li Kurdistanê îro şerek hîna nav lê nehatiye kirin tê meşandin. Li gelek deveran tiştên ne li gorî ehlaqê şer tên kirin. Ev bê ehlaqî şereke wekedinê ti navê wê tineye. AKP û dewletê bi tang, top, balefirên şer û hemû çekên giran li Kurdistanê şer daye despêkirin. Ev 34 rojin her dervê Şirnexê dibin dorpêçê dene, bi çekên giran bajar xirakirine. Mixabin şerek bê ehlaq li ser hemû nirxên mirovan di bajarê me de didin meşandin. Ev ne tenê li Şirnexê li her devera Kurdistanê didin meşandin."
'Em di deshilatiyek a ser xwînê xwe dide jiyankirin re ru bi ru ne'
Leyla bilêv kir ku dewletê hemû rêbazên di vî şerî de dixebitînin berê de bikaranîne û wiha berdewam kir: "Tiştên ku em niha li Kurdistanê dijîn, ne carayekê ye tên jiyîn. Lê divê yên ji dîrokê dixwazin ders bigirin bizanin ku bi kurdan çok nedan danîn dê îro jî nikarin bi wan çok bibin danîn. Lê deshilatî vê tênagihe. Em îro bi deshilatiyek ser xwînê xwe dide jiyan kirin re ru bi ru ne. Ji bo saltanata xwe bide jiyandin mirina mirovan rewa dibîne û di oxira sarayê de mafê qetilkirina mirovan di xwe de dibîne."
'Ji bo serokbûna xwe dê şer hîn zêdetir mezin bike'
Leyla îsrara Serokomar Tayyip Erdogan a di şer de weke "çav lê zivirî" binav kir û anî ziman ku di oxira serokbûna xwe de dê şer hîn mezin bike û wiha dom kir: "Êdî çavên Serokomar zivirîne, ji bo serokbûna xwe dê şer hîn zêdetir mezin bike û qetilkirina mirovan ne li xema wiye. Bi vî awayî tenê ne Kurdistan hemû Tirkiyê ber bi qausê dibe. Ji bo hemû Tirkiyê dibêje; 'yan hunê bi min re bin yan na' bi van nêzîkatiyên xwe hemû cureyên komkujiyan rewa dike."
'Nûkirina Plana Şark Islahat ê'
Leyla destnîşan kir ku di konsepta şerê topyekun de "plana çok danînê" heye, ev plan jî Plana Şark Islahatê ye û wiha pêde çu: "Yên karî bikuje bikuje, yên dinê bavêje girtîgehan û yên man jî koçber bike. Plana Şark Islahat nûkirinê bê mirov hêlana Kurdistanê û nûkirina Plana Çok danînê ye. Kuştin û girtinan berdewam dike. Pilanên wan ên hilweşîn, koçberî û valakirina bajaran hene. Lîsta girtinan di destê wan dene, vêcarê jî dest bi nêçîra yên canê xwe xilas kirine dikin, weke pêvajoya Tansu Çiller."
'Kurd ticarî dest ji daxwazên xwe bernadin'
Leyla da zanîn ku kurd dest ji daxwazên xwe bernadin û dewlet jî vê pirsgirêkê bi vî rengî çareser nake û wiha domand: "Berê jî me gotibû ev pirsgirêk bi vî awayî nayê çareserkirin. Heya kurd mafê xwe yê mirovî û nasnameyê bidestnexe dê ev berxwedan berdewam bike. Ji vê saetê û şonde kurd dest ji van daxwazên xwe bernadin. Mixabin ji ber ev deshilatî xwe li ser xwînê dide jiyankirin di vê de bi îsrare. Lê ji dîrokê heya niha kurdan li hember wan serî netewandiye. Me ev filîm pir dîtiye, weke her carê dê cardin ew windabikin. Ji xwe ji niha de vê dewletê windakiriye. Dibe ku em êşê dikişin, lê dê ew tine bibin û biçin. Dê hesabê tiştên ku bi serê vî gelî tînin bidin."
(zt)