Fîgen: Li parlamentoyê darbe dikin lê em narevin
15:34
JINHA
MANÎSA - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di Konreya HDP'ê ya Manîsayê de axivî û bal kişand li ser nîqaşên rakirina destnedîyanan û wiha got: "Dîktatoriya îxtidara 13 salan înşa dikin. Tevgerekî darbeyê heye. Bi mîlîtarîzmê re li hev kirin. Îro bajarên kurdan bi tankar xira dikin. Li hemberî parlamentoyê darbeyê pêk tînin. Ji ber fikrên me, ji avêtina meclîsê me tehdîd dikin. Dema ku li hemberî fikr û nasnameya we darbe pêk tê hûn şewqeyên digirin û direvîn lê em bi vî rengî nakin. Li hemberî darbeya we em ê tu caran nerevin. Gotina me çi be zelal e. Em ê her tim rastiyan bibêjin."
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag tevlî Yekemîn Kongreya Awarte ya Manîsayê bû. Konreya ku bi şîara "Em sibehê ji îro ve înşa dikin" tê lidarxistin bi beşdariya gelek nûnerên rexistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî ve pêk tê. Fîgen a ku li kongreyê axivî diyar kir ku HDP gelek caran rastî êrîşan hatiye û ligel vê yekê jî dev ji têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bernedaye. Fîgen bilêv kir ku HDP'ê ji nû ve xebatên rêxistinkirinê daye destpêkirin.
'Zilm a we îsrar a me ye'
Fîgen destnîşan kir ku dema ku ji pêvajoyên bi zehmet derbas bûne bêzar nebûne, li dijî dorpêçê jî mezin bûne û derketine. Fîgen di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Em teslîmê zorbeyan nebûn. Riya derbaskirina vê yekê bi ser êrîşan de çûyîn e. Heke em bi ser şerê heramiyan de neçin ev dê bê wateya teslîmbûna zilmê. Zilm a we, israr jî ya me ye. Me ev israr ji nir û canên ku gelên me winda kiriye girtiye. Ji ber vê yekê jî îradeya me naşikê. Ji çar aliyan ve bi ser me de tên. Hemû hêzên faşîst dikin yek û me dorpêç dikin. Me gelek dorpêç û bend derbas kir. Em ê jî dorpêç û bendê jî derbas bikin."
Fîgen got ku îxtidara AKP'ê şer û zilmê ferz dike, li dijî demokrasiyê faşîzmê ferz dikin û dema ku vê yekê dikin jî bi hemû hêzên xwe ve êrîş dikin û wiha pê de çû: "Bila baş bizanibin ku gelek îxtidarên zilmê dema ku xwe herî zêde bi hêz his dikirin hilweşiyan. îro îxtidara siyasî xwe bi hêz dihesibîne. Ji ber vê yekê jî wekî ku dibêjin 'hemû hêz di me de ye hûn kî ne' û êrîş dikin. Lê bila baş bizanibin ku em ê vê hînî wan bikin. Wekî hemî dîktatoran hûn ê jî di nava tarîtiya dîrokê de biçin. Em ê bên, em rêwiyên pêşerojê ne. Em ê vî riyê teslîmî zaliman û zilmê nekin." Fîgen da zanîn ku HDP'ê di 7'ê Hezîranê de xalîçeya di bin îxtidarê de kişandiye hê jî nikare li ser lingên xwe bisekine, serkeftina ku HDP'ê di 7'ê Hezîranê de derxis holê nîşan da ku dê bibe alteranîfa vî ferasetê.
'Darbeyê li parlamentoyê dikin'
Fîgen anî ziman ku serê wan bilinde û wiha got: "Ew soza xwe nagirin. Heviya aştiyê dan gel. gotin 'em dê referanduma demokratîk' pêk bînin'. Niha vê bawerî û heviyê bi talan û xerakirinê dibersivînin. 13 salin dîktatoriyê ava dikin. Darbeyê pêk tînin. weki bi militarizmê re li hev hatibin. Îro bajaren Kurdan bi tang û topan xera dikin. Li parlamentoyê darbeyê dikin. Dibêjin em dê destnedayinê rakin. Niha ji ber fikrên xwe bi gefa ji avêtina meclîsê tên tirsandin. Em dibêjin hûn dirû, sextekar û hîlebaz in. Em dibêjin dema ku li diji nasname û fikra we darbe bê kirin hûn dê rahêjin şewqê xwe û birevin. Lê em tu carî li hemberî darbeyên we narevin. Em dê her dem we bişopînin û rastiyan derxin holê. em dê qirêjiyên we teşhîr bikin."
Fîgen, da zanîn ku dibe ji meclîsê bên dûrxistin, lê dê nikaribin wan ji vîna gel ya demokratîk dûr bixin û di eniya hatiye avakirin de yekîtiya gelan heye. Fîgen, destnîşan kir ku ev biryara bê dayîn dê weki deqek reş di rûpelên dîrokê de cihê xwe bigire. Lê ew dê bi hêzek hîn xurttir rêya xwe berdewam bikin. Fîgen, bang li raya giştî kir ku bêtir xwe bi rêxistin bikin û di riya demokrasiyê de meşa xwe berdewam bikin.
Piştî axaftinê ji bo hevserokatiya HDP'ê ya Bajar Ahmet Ertaş û Birgul Sagsoz hatin hilbijartin.
(zt)