Gulîstan Orhan: Em ê têkoşîna demokratîk berdewambikin
12:19
JINHA
WAN - Ji aliyê hikumeta AKP'ê ve ji bo parlementerên HDP'ê fezleke hat amede kirin. Bertekên li hember hevkariya partiyên AKP, CHP û MHP a li hember parlementerên HDP'ê mezindibe. Hevseroka HDP'a Wanê Gulîstan Orhan diyar kir ku gava destnedan were rakirin jî me gelek bandor nake û wiha dom kir: "Çi bibe bila bibe em ê têkoşîna xwe ya demokratîk bi meşînin. Em ê zemîna vê jî bi hêza rêxistina xwe ava bikin û li berxwe bidin."
Hikumeta AKP'ê di derbarê parlementerên HDP'ê de fezleke amede kir û xist rojeva parlementoyê. Ji bo ku partiyên CHP'ê û MHP'ê jî li gel AKP'ê di derbarê HDP'ê de lihevkirin bertek mezin dibin. Hevseroka HDP'a Wanê Gulîstan Orhan got ku li hember hişmêniya tekparêz tenê HDP'e di sekine û wiha berdewam kir: "Hikumeta AKP'ê nasname û zimanê cuda tahammûl nake û li hember demokrasiyê ye. Armanca qanûna ku AKP'e bilez anî ji bo polîtîqayê ji jinên Tirkiyê û nasnameyên cuda re bêje û mînaka van rojan gotîn; 'Yan hunê serî tewînin yan jî serî bidin.' Ev berdewama polîtîqaya hûnê îteat bikin yan jî ez ê wê tunê bi hesibînim. Tehmula AKP'ê ji nasnameyên cuda û demokrasiyê re nîne; ber ku ew pergala nijatperest, siyasetek faşîzan û nijadperest di meşîne. Ji bo ku HDP li pêşiya Hikumeta AKP'ê astenge ji ber wê bi ava kirina qanûnan dixwaze sistema serokatiyê îlan bike."
'Pirsgrêka AKP'ê ya destnedayina rake kur dibe'
Gulîstan bibîrxist ku paradigmaya HDP'ê ya wekhevî, azadî xwaz û ekolojiyê di pejirîne û wiha dom kir: "Paradigma HDP'ê Kurd, Tirk, Elewî, Sûnnî, Çerkez, jinên Ereb, endamên LGBTI, azadiya zayendî û hemu gelan di parêze. AKP li heber HDP'ê polîtîqayê îmha û înkerê xist dewrê, lê HDP bi têkoşînê bersiv da. Hikumeta AKP'ê hertim destnedayînê wek gef tîne rojevê û armanca AKP'ê ew e ku pêşiya siyaseta HDP'ê ya demokratîk bigre.
'Wê gelê kurd têkoşîna xwe berdewam bike'
Gulîstan anî ziman ku berî niha Hikumeta Tirkiyê li gelek bajaran operasonên qirkirina siyasî dan destpekirin û di encamê de gelek kes hatin binçav kirin û girtin. Berî niha dîsa Hikumeta AKP'ê li ser navê operasyonên KCK'ê girtîgeh dagirtin û hemu siyasetmêdarên kurd xistin girtîgihan. Ma bi van qirkirinên siyasî pirsgirêk hat çareser kirin, na. Hîn bêhtir pirsgirêk kurtir kirin." Gulîstan di derbarê têkoşîna gelê kurd ku li hember polîtîqayên şer dayin meşandin jî wiha got: "Eger Tirkiye berbi şerek navxweyî ve diçe rola Hikumeta AKP'ê mezine. Gelê kurd li hember van operasyonên qirkirina siyasî li berxwedide. Divê Hikumeta AKP'ê dev ji polîtîqayên xwe yên hişmendiya yekane û zordestiyê berde."
'Ku mijar kurd bin hişmendî naye guhertin'
Gulîstan di derbarê CHP'a ku ji bo rakirina desnedayîna parlementerên HDP'ê erê bi kar anî rexne kir û wiha bertek nîşan da: "CHP wek partiya AKP'ê ya îktîdar siyasetê dike. Li gorî CHP partiyek muhalefete, em dibînin dema ku mijar dibe kurd hişmendî nayê guhertin. Em wek HDP me ti car xwe dibin rakirina destnedayinê de ne veşartiye. Eger destnedayin were rakirin jî me bandor nake. Çi bibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bi meşînîn. Ji bo em zemîna vê jî ava bikin em ê birêxistin tev bigerin."
(dt/zt)