'Rakirina destnedayînê dijî hiqûqê ye'
09:03
JINHA
STENBOL- Bertekên li ser pêşniyara AKP'ê ya rakirina destnedayînê didomin. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş got ku: "Rakirina destnedayînan dijî hiqûqê ye, aranjeyeke ku meşrûiyetê nas nake li pêşberî me ye."
Li ser pêşniyara guhertinê ya 'rakirina destnedayînê' a AKP'ê, bi îmzeyên 316 parlamenteran pêşkêşî meclisê hat kirin. Ev projeya rakirina destnedayînê ji bo tenê careke tê pêşniyarkirin, ji aliyê CHP û HDP'ê ve wekî êrîşeke siyasî hat nirxandin. Li ser rakirina destnedayînan parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş û parlamentera CHP'ê ya Îzmîrê Zeynep Altiok nirxandin kirin. Meral da zanîn ku ji bo tenê carek rakirina destnedayînan êrîşên AKP'ê ya li ser HDP zêdetir bûye û bi vî awayî civakê dixapîne. Zeynep jî da xuyakirin ku gelên Tirkiyeyê bi zîhniyeta yekperestiyê ji xeynî min ez ê mudaxelayê herkesî bikim re rû bir û ye.
'Ev aranje ji aliyê hiqûqî ve jî nayê qebûlkirin'
Meral li ser daraza Tirkiyeyê axivî û got ku: "Rakirina destnedayînan ji bo tenê carekê tê wateya darizandina parlamenteran. Ne pêwîst e em li ser daraza Tirkiyeyê nîqaş bikin ji ber ku rewşa Tirkiyeyê ya di ware hiqûqî de diyar e. Divê her tim talîmatên AKP'ê û qesrê pêk bînî, ger talîmat pêk neyên rastî êrîş û rexneyan têyî. Ji bo AKP'îyan tu mudaxele nayê kirin daraz tenê ji bo berjewendiya wan dixebite."
'Helwesta hikûmetê veqetîna gel dê zêdetir bike'
Meral bal kişand li ser bertekên gel ên rakirina destnedayînê û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Gel dibêje ku: "me wekîlên xwe hilbijartin û şandin meclisê, me ji bo wekhevî û demokrasiyê deng da hê jî pirsgirêk nayê çareserkirin. Bi salan e temsîliyetek me li meclisê tune bû lê ev bi saya HDP'ê ve hat şikandin. Ger destnedayîn bên rakirin em ê jî biryarên xwe, xwe bi xwe bidin. Gel wiha tîne ziman." Meral got: "Li her derê Tirkiyeyê em bi rêxistinkirî ne lê ji ber daxwazên maf û azadiya kurdan tînin ziman êrîşên li ser me zêdetir dibin. Em dibêjin ku ev meclis, meclisa ermenî, elewî, suryaniyan e jî ji bo vê têdikoşin û helwesta hikûmetê helwesteke şaş e, di nav gel de veqetînekê çêbike. Jixwe qedexeya kolanan û qetilkirin bandorek pir mezin li ser gel kir. Rakirina destnedayînan bibe sedem ku veqetinê leztir bike."
'Divê aştîxwaz, avaker û berxwedêr bin'
Zeynep da zanîn ku di demên dawî de bi operasyonên tên kirin rojnameger, xwendekar û muxalifan tên girtin wiha pê de çû: "Kesên jê re muhalif bin dest bi 'nêçiriya pîrhevokan' dike. Li hemberî me îktîdareke yekperest ango ji xeynî wê mudaxeleya herkesî dikare bike heye û heta roja me ya îro jî ji gelek pratîkên dij-hiqûqî re îmze avêtiye. Dive ji ber vê yekê em jî aştîxwaz, avaker û berxwedêr bin. Li hemberî zilma zaliman ji bo aştiya civakê têbikoşin."
(fk/rc)