Fîgen Yuksekdag: Ew nikarin xelîfetiyê îlan bikin!
15:42
JINHA
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bersiv da gotinên Serokomarê Tirkiyê Tayyîp Erdogan ku gotibû “lihevkirina çi” û wiha got: “Yên lihevkirinê tine dihesibînin, red dikin gelên li ser vê axê bi mirinê re rû bi rû hiştin. Serokomar dibêje ‘lihevkirina çi?’ Dibe hûn bixwazin vê ji bîr bikin. Hûn nexwazin bi bîr bînin ku we lihevkirin çêkiribe, lê em ê nehêlin hûn ji bîr bikin. Ew çiqasî bêjin tineye jî em ê bêjin heye û Serokomar Erdogan jî binî îmze kiriye. Ew girtek hene. Li gel me jî hene.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag di civîna koma partiya xwe de têkîldarî rojeve nirxandin kirin. Fîgen bi boneya salvegera qirkirina Ermenan bi bîranîna kesên hatine qetilkirin dest bi axaftina xwe kir, wiha got: “Ev êş di asta mirovî jî nehatine dermankirin. Ev zîhniyeta 101 salan ji vê êşê re rê vekiriye, di şertên îro de jî ji hevrûkirina vê êşê direve. Her êşa hevrû nebûye wê her tim li rûye me bikeve. Xwînên li ser van axa rijiyane, wê rojekê vereşe. Qirkirina Ermenan a li ser erdnîgariya Tirkiyeyê jî rastiyek wisa ye. Dîroka me, dîroka qetlîaman e. Hesabpirsîna ji van qetlîaman wezîfe û berpirsiyariya esasî ya dewlet û desthilatiyek siyasî ye. Hevrûbûna bi van êşan qasî ku rojan e, her wiha berpirsiyartiyek dîrokî ye. Kesên lêborînê naxwazin neheqiyê li gelan dikin.” Yuksekdag der heqê mijarê de herî dawî wiha got: “Em di 101’emîn salvegerê de ji Ermanan lêborînê dixwazin.”
Fîgen bal kişand ser pêvajoya destlênedanan a der heqê HDP’ê, wiha got: “Em ê bi wekaleta me ji gel girtiye li hember van polîtîkayan rawestin. Lê, tehamula wan ji tiştekî re jî nîne. Destwerdana rakirina destlênedanan, operasyona bi temamî tesfiyekirina Meclîsê ye. Yên ji rakirina destlênedana re bêjin erê, wê ji vê rejîma seroktî ya desthilatiya siyasî û feraseta îlankirina xîlafetê re jî bêjin erê. Bi awayekî eşkere wê ji taloqkirina destûra bingehîn re bêjin erê. Di heman refî de wê bi desthilatdariyê re bibin hevparê vî sûcî.”
Fîgen êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê jî bi bîr xist, wiha dewam kir: “Îro şerekî AKP/Qesrê heye. Ji bo pêşeroja Qesrê garantî bikin bi mehan e vî şerî dimeşînin. Zaroka feqîran di goran de ne, yên parlamenter, wezîran li ser maseyên qumarê ne. Heta ev hebe wê edalet li ser vê axê nîn be. Gelên Tirkiyeyê bi gotina ‘welat di xeteriyê de ye’ dixapînin û nahêlin îtîraz bikin. Divê gelên Tirkiyeyê ti carî bi vê derewê nexapin.Her roj ji çar aliyê welêt cenaze tên. Ev desthilatiya siyasî kuştina ewladên vî welatî ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar tîne.”
Fîgen bersiv da gotinên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku gotibû “lihevkirina çi” û wiha got: “Yên lihevkirinê tine dihesibînin, red dikin gelên li ser vê axê bi mirinê re rû bi rû hiştin. Serokkomar dibêje ‘lihevkirina çi?’ Dibe hûn bixwazin vê ji bîr bikin. Hûn nexwazin bi bîr bînin ku we lihevkirin çêkiribe, lê em ê nehêlin hûn ji bîr bikin. Ew çiqasî bêjin tineye jî em ê bêjin heye û Serokkomar Erdogan jî binî îmze kiriye. Ew girtek hene. Li gel me jî hene.”
Fîgen bi bîr xist ku bi roketên li Kîlîsê ketine 17 kesan jiyana xwe ji dest dane, got hikûmet ji bo mijarê tevnede axaftinekê jî nake, wiha dewam kir: “Tu dibêjî qey ne roketin kevir ketine. Kê avêtiye, ji kû hatiye, ti bersivî nîne. Ti kes nabêje DAIŞ bombe dike.” Fîgen sersaxî û hêviyên derbasbûyinê ji bo gelê Kîlîsê anî ziman û ev pirs kir: “Ew fuze ketin an jî dane avêtin?”
Fîgen di axaftina xwe de li ser zext, astengkirin û girtinên li hember DIHA’yê têne meşandin jî nirxandin kirin, ev gotin: “Gelê me bi temamî ji mafê xwe yê gihiştina rastiyê hatiye qutkirin. Li dijî van êrîşkariyan xebatkarên çapemeniya azad, di bin guleyan de bêyî bêzar bibin li pey rastiyan e. Ji ber vê wezîfeya pîroz kirine erk, têne hedefgirtin. Di vê pêvajoyê de 9 nûçegîhanên DIHA’yê hatin girtin. Girtina 9 nûçegîhanên DIHA’yê bêtehamuliya desthilatiya siyasî ye. Yekane sûcên nûçegîhên DIHA’yê ji ber li cem gelê xwe cih digirin e.Di vê pêvajoyê de du beşên rojnamevanan hene; yên li cem gel û yên li cem tankê.”
Fîgen li hember êrîşa li ser rêveberên Amedsporê nerazîbûnek tund nîşan da, got tekane sûcê Amedsporê ew e ku gol avêtiye faşîzmê, wiha bi dawî kir: “Bila dest ji vê bernedin. Em bang li tevahî kulubên sporê dikin ku wek Amedsporê dilpak bin û li her derê golê bavêjin faşîzmê.”
(zt)