Rakirina destnedayînan darbekirina vîna gel e
09:04
JINHA
STENBOL - Bertekên pêşniyara guhertina destnedayînan ku ji aliyê AKP'ê ve tê kirin ji aliyê parlementerên HDP'ê û CHP'ê ve didomin. Ji aliyê din ve jî hilbijêr ji bo vê bi bertek in. Rêvebera HDP'ê ya navçeya Fatîh a Stenbolê Fatma Arslan diyar kir ku ev darbeya siyasî tenê ji bo parlementerên wan nehatiye kirin di heman demê de li dijî vîna gel jî hatiye kirin.
Bertekên parlementerên HDP'ê û CHP'ê li dijî pêşniyara AKP'ê ya ji bo rakirina destnedayîna parlementeran didome. Dengdêr li dijî rakirina 'destnedayînan' di heman fikrê de ne û ev pêşniyarê wekî 'êrîşkirina vîna gel' dinirxînin. Xwendakara Zanîngeha Beşa Hiquq a Marmarayê Ceren Çoban da zanîn ku AKP'ê hemû kesên ku daxwaza aştî, wekhevî û azadiyê dikin bi tang û topan dikuje yên nikare bi tang û topan bikuje dixwaze bi qirqirina siyasî bigire û ev tişt got: "Li vir tenê parlementerên HDP'ê mane ku nekuje. Wan jî dixwaze bi rakirina destnedayînan ve bigire û vîna 6 milyon azadixwazan tune bike."
Ceren HDP'ê wekî nûnerê aştî û azadiyê nirxand û diyar kir ku HDP'ê bûye dengê 6 milyonan û azadiya jinan anî rewşa rêznameya partiya xwe û wiha axivî: "niqaşkirina destnedayînan niqaşkekî pêkenok e. Jixwe destnedayîna parlementerên me tuneye. Di şerê qesrê de mijara destnedayînê tuneye. Divê tiştê ku bê niqaşkirin rakirina destnedayîna Sema Ramazanoglu ku parastina Weqfa Ensarê dike û hemû parlementerên AKP'ê ne." Ceren dest nîşan kir ku ger destnedayîna hemû partiyan bê rakirin dê piştgiriyê bide.
Divê hemû gelê me bibin yek
Ceren anî ziman ku beriya HDP'ê divê kesên ku gel xist nava şer bê darizandin û wiha domand: "Divê ev niqaşên ku tên kirin ji HDP'ê derkeve û ji bo hemû partiyan bê kirin. Kesên ku 2 sal bajarê Kobanê yê bombabaran kir û di 20'ê tirmehê de helw dane ku welatiyên aştixwazan qetil bike dê li Taksîm, Şîşlî, Enqere, Antalya teqandina bombeyên xwe bidomînin. Dê ev şer mezin bibe." Ceren banga piştgiriyê di serî de jinan û gelan kir û da zanîn ku divê di serî de jin, 6 milyon hilbêjêrên HDP'ê û hemû gel ji bo bindestan bibin yek û wiha got: " Divê li hemberî şerê qesrê li dora HDP'ê de bicivin û pêwîst e em xwedî li parlementeran derbikevin."
Ev darbe li dijî vîna gel e
Rêvebera HDP'ê ya navçeya Fatîh a Stenbolê Fatma Arslan jî anî ziman ku rakirina destnedayîna parlementeran tenê li dijî HDP'ê kirin bi fikar e û wiha pêde çû: "Ev hemleya siyasî tenê ji bo parlementaran nehatiye kirin di heman demê de li dijî vîna gel jî hatiye kirin û nêzikbûneke bi pirsgirêk e." Fatma bi lêv kir ku ew vê yekê napejirînin û wiha domand: "Bertekên gel niha li Kurdistanê dibînin. Dê gelê kurd bêdeng nemîne. Ger gel li wir xwedî li vîna xwe ya têkoşînê derketi be di heman demê de li her derê xwe îfade bike."
Divê destnedayîna Serokkomar jî rabe
Mamoste Hatîce Cankur jî bi lêv kir ku rêbaza rakirina destnedayîna parlementeran pratîkeke taybet e û ev tişt anî ziman: ". Statû ne girîng e divê ev tişt ji bo herkesê bê kirin.Çima tenê kesên ku me temsîl dike dibe. Divê ji bo wan jî ev mijar neyê niqaşkirin. Ev rewş divê ji bo serokkomara hikûmetê jî derbasdar be."
Welatê ber bi aloziyan ve bibe
Enes Baş jî parlementerên ku salî 90'î de hatibûn girtin mînak da û diyar kir ku rewşa niha jî dê wiha berdewam dike û wiha got: "Herî dawî tiştên kul i Cizîr û Sûrê hat jiyîn, têkiliya AKP'ê û DAIŞ'ê, êrîşên li Kurdistanê û rakirina destnedayînan dê welat ber bi aloziyan ve bibe. Di vê rewşê de tevgerîna CHP'ê ya li nîvî tiştek ne rast e." Enes anî ziman ku HDP'ê ji bo gelên Tirkiyeyê hêzeke diyarker e û wiha bi dawî kir: "AKP'ê piştî 7'ê hezîranê li dijî hêzên demokratîk helwest girt."
(ea)