Klîba bi hestên faşîzan hat amadekirin di rojeva meclisê de ye

12:31

JINHA

ENQERE - Piştî li Sûrê kesekî di destê wî de çek û di rûyê wî de rûpoş, bi gotinên faşîzan û nîjadperest derket holê, bertekên raya giştî jî zêde bûn. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca mijar bir meclisê û xwest Wezîrê Karê Hundur Efkan Ala pirsan bibersivîne.

Navçeya Sûrê ya Amedê 148 roj in ji gel re hatiye "qedexekirin", navçeya ji gel re hat qedexekirin, ji "hunermendê rapê" re serbest e. Kesekî di destên wî de çek û rûyê xwe pêçayî, bi gotinên faşîzan û nijadperest, li Sûrê klîbê dikişîne. Piştî nerazîbûnên raya giştî, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca mijar ji Wezîrê Karê Hundur Efkan Ala pirsî.

Feleknas di pêşnûme pirsa xwe de aşkera kir ku dorpêça li hemberî Sûrê ji 2'yê Kanûna 2015'an vir ve berdewam dike û ev tişt hat gotin: "Ev 148 roj e li Sûrê qedexe didome, kesekî bi rûpoş û di destên wî de çek, klîba wî ya bi navê 'SAT5-Ez tenê me atam, (Ji bo bîranîna şedîdên Sûrê)' di Youtubeyê de tê weşandin. Ev klîba mijara gotinê 4 deqe û 05 kêliyan berdewam dike, bi dengên bêtêlê dest pê dike. Ev kes, li kuçeyên Sûra ku ev 3 meh e malbatên ku zarokên wan li wir jiyana xwe ji dest dane re hatiye qedexekirin, di destên wî de çek û di rûyê wî de rûpoş, kuçe bi kuçe digere û gotinên nijadperest tîne ziman. Ev klîba mijara gotinê di serî de malbatên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane, welatiyên ku bi mehan in nikarin biçin serdana malê xwe, di fikarê de dihêle."

Feleknas xwest Efkan bersiva pirsên ku hatine kirin bên bersivandin.

(rc)