AKP hewl dide xwe wekî 'partiyeke oldar' nîşan bide
09:02
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED- Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp da zanîn ku hikûmeta AKP'ê hesabê bertekên ku dê li hemberî daxuyaniyên wan bên dayîn kirine, ji ber vê yekê ji bo îmaja partiya oldar bi quwet bike xebatan dimeşîne û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê ji bo nelirêtî îstismarên zarokan û qetlîamên ku di dema wan de hatine kirin jinedîtîve bê dîtin hewl dide bide diyar kirin ku pirsgirêka bingehîn 'şerê dîn û îmanê' ye."
Parlamenter Sîbel Yîgîtalp da xuyakirin ku bertekên li hemberî gotina serokê meclisê yê Îsmet Kahraman ku 'divê laîklîk di makeqanûnê de nebe' berdewam dikin û hewldanên îktîdarê yên ji bo pergala siyasî û civakê dixwaze bi demê re li gorî şertên olî bide guhertin. Sîbel der barê gotina serokê meclisê ya 'divê laîklîk di makeqanûnê de nebe' de axivî û got ku: "Divê gotina serokê meclisê ji bo teşedayîna civakê ya ku dixwazin yekolî, yekmezhebî ava bikin baş bê famkirin." Sîbel bi lêv kir ku serokatiya meclisê nayê wê wateyê ku li gorî xwe her tiştî bêjî û axaftina xwe wiha domand: "Nîqaşkirina li ser laîklîk, sekulerîzm û neguhertina makeqanûnê me matmayî nehişt."
'Li hemberî me serokomarekî makeqanûnê tune dihesîbîne heye'
Sîbel bal kişand li ser şerê ku bi mehan e li Kurdistanê tê jiyîn û got ku li ser polîtîkayên DAIŞ'ê şerek hatiye destpêkirin. Di salên 90'î de li hemberî kurdan qetlîam pêk hat û di 2016'an de jî di bin navê olî de wehşetên ku tên kirin, tên meşrûkirin. Sîbel dest nîşan kir ku dixwazin di nav civakê de wekî ku gelê kurd xwedî baweriyek cuda ye derxin pêş. Sîbel da zanîn ku li Tirkiyeyê makeqanûn nayên sepandin û ji aliyê hikûmetê ve tu xalên makeqanûnê nayên esasgirtin û Sîbel bi bîr xist ku serokomar wiha gotibû ku 'makeqanûnê bidin aliyekî' wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li hemberî me serokomarekî makeqanûnê tune dihesibîne û ji bo ku bê tunekirin talîmat ji qeymeqamran re tê dayîn."
'Divê cudahiyên ol û ziman wekî nirx bên qebûlkirin'
Sîbel derbirî ku kesên ji baweriyeke cuda be bi her awayî tune tên hesibandin û ji aliyê Wezareta Karên Diyanetê ve li ser civakê yekolî tê ferzkirin. Sîbel anî ziman ku li Tirkiyeyê bi salan e ji aliyê dewlet û hikûmetan ve tê armanckirin ku bi senteza tirk-îslamî re li ser civakê yekperestiyê pêk bînin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Di dewleteke laîk de divê ol, ziman, netew, bawerî û zayendî ji bo civakeke rengîn wekî nirx bê qebûlkirin."
'AKP'ê stratejiyên ku pêk tîne herî zêde ji CHP'ê bawer dike'
Sîbel da zanîn ku AKP'ê bi artêşê re ketiye nav tifaqekê û piştî di sala 2007'an de xwest ku wesayeta leşkerî bê rakirin lê li ser îtîrazan jî bi taktikên bazarkirinê li gorî berjewendiya xw bi kar bîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di vê stratejiyê de AKP'ê herî zêde ji CHP'ê bawer dike. Tiştên ku dixwazin bixin meriyetê de jin jî dê were hedefgirtin. Bi salan e di bin navê ol de jin di nav jiyanê de di her qadê de tên tunekirin."
(fk/rc)