DBP bi gel re dest bi pêvajoyek nû dike

11:13

Beritan Canozer/JINHA

AMED - DBP ya ku gelek endamên wê ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin û girtin di 22 yê gulanê de diçe kongreya awarte. Endama Meclisa Jinên DBP'ê û MYK'ê Fatma Gul banga xwedîderketina li kongreyê kir û got: "Em bi gelê xwe re dest bi pêvajoyek nû bikin. Di vê kongreyê de emê rol û mîsyona xwe hîn zêdetir zelal bikin."

Bi îlanên rêveberiyên xwecihî re di operasonên leşkerî û siyasî de gelek gelek endamên Partiya Demokratîka Gelan (DBP) ê hatin qetilkirin û gelek jî hatin girtin. Her roj li navend û naçeyên DBP'ê serdegirtin çêdibin. Dê li hemberî van hemûyan di 22 yê gulanê de DBP kongreya xwe ya awarte pêkbîne, di kongrê de dê gelek bernameyên ji bo navxweyî û derve bên çêkirin. Endama Meclisa Jinên DBP'ê û MYK'ê Fatma Gul di derbarê diyar kir ku dê bi perspektifek ku xizmeta civakê bike ji kongreyê encam bigirin.

'Hem ji ber pêdiviyên siyasî hem jî civakî emê biçin kongreyê'

Fatma sedemê çuna kongreyê wiha anî ziman: "Ji Dadgeha Bilind têkildarî bername û rêziknameya partiya me de ihtarname hatiye. Weke tê zanîn di desteya me ya disiplînê de divê 7 kes hebin, lê 5 kes hene, ev jî sedemên sereke yên çuna me ya kongrê ye. Ji ber girtinên endamên meclisa partiyê û li deverên rêveberiya xwecihî îlan kirine hevalên me yên di êrîşên dewletê de hatine qetilkirin valehiyek mezin maye. Her çendî ku sedemên çuna kongreyê hene jî ji bo me bi xwe jî çuna kongreyê pêdiviyeke. Hem ji ber êrîşên dewletê yên ser partiyê û xebatên me îlegaldikin, hem pêdiviyên siyasî û civakî jî çuna kongreyê weke pêdiviyekê derdixe pêşiya me."

Famta da zanîn ku ew karek der zagonî nakin, weke hemû partiyan ew weke DBP jî li gorî bername û rêziknameyan xizmeta gel dikin û wiha domand: "Bi tindî ser xebata me de tên. Ji bo derbaskirina van emê biçin kongreyê. Heya niha weke Partiya Demokratîka Gelan me xabatên xwe bi awayek civakî daye meşandin û ji bo hîn demokratîk kirinê xebatên me hene. Dê ji niha û şon de jî bi heman şêweyî berdewam bike. Emê bi navgîniya kongreyê vê xebata xwe hîn zêdetir berfireh bikin. Çuna kongreyê ji bo hîn zêdetir li gorî giyana demê tevgeriyane."

(zt)