Fîgen Yuksekdag: Hun faşîstin hunê biçin

18:34

JINHA

DÊRSIM - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, bi minasebeta 78'emîn salvegera komkujiya li Dêrsimê tev konferansa Şaredariya Dêrsimê bû. Fîgen, diyar kir ku komkujiya ku 78 sal berê li Dêrsimê pêk hat îro dîsa heman komkujî li ser vê axê pêk tê. Fîgen, anî ziman ku ew li dijî zilm û komkujiya li ser vê axê pêşeroja xwe ava dikin.

Şaredariya Dêrsimê û Cemîyeta Jinûve Avakirina Dêrsimê konferansa bi navê "Me ji bîr nekir, bila rûqalî bê kirin û komkujî bê naskirin. Em Dêrsimê ji nûve ava bikin!" li salona Dahwetê ya Dêrsimê pêk anî. Li salonê wêneyên kesên di salên 1937-38'an de li Dêrsimê hatin qetilkirin hatin daliqandin û find hatin pêxistin. Li ser dikê jî pankarta "Vîrrakerdiş Ne Têriameyîş Tertele bêro Naskerdene Dêrsîmî Newe ra înşa bilerîme" hat daliqandin. Di konferansê de ewil Hevşaredara Dêrsimê Nurhayat Altun, li ser rewşa Dêrsimê ya çandî û siyasî axivî. Nurhayat, anî ziman ku wê demê li Dêrsimê elewî hatin qetilkirin û ew hişmendî îro li Gezî, Soma, Sur, Cizîr, û gelek cihên din berdewam dikin. Nurhayat, bang li kesên koçber kirine kir ku dîsa li Dêrsimê vegerin.

Rêveberê Cemîyeta ji Nûve Avakirina Dêrsimê Alî Ekber jî beşdarên konferansê silav kir.

'Dêrsim birînek nehatiye kewandin'

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek jî beşdarî konferansê bû û wiha got: "Ev êşa Dêrsimê birînek ku her dem di hundirê me de ye. Birînek ku hêj nehatiye kewandin. Hêj birînek ku hesabê wê nehatiye pirsîn. Divê ji bilî gelê Dêrsimê her kes vê yekê zanibe. Kurd êdî bi hevre têdikoşe. Dîrok ji nûve tê nivîsandin. Di vê pêvajoya nivîsandina dirokê de dixwazin me dîsa li derve bihêlin. Li Sûr, Cizîr û gelek perçeyên Kurdistanê komkujî pêk tên.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag ku bi minasebeta salvegera komkujiya li Dêrsimê, li gundê Bargînî yê Hozatê beşndarî konferansê bû diyar kir ku dewlet bi vê komkujiya li Dêrsimê dixwaze şopa jiyanê li ser vê axê paqij bike û wiha got: "Dixwazin çand û jiyanekê tune bikin. Em li vê axa ku xwestin çand û jiyanê tune bikin dîsa li hev kom bûn. Komkujiya 37-38'an a Dêrsimê xizmeta hemû komkujiyê dike. Armanca vê komkujiyê ew bû ku hemû cudahiyan tune bikin. Her komkujî û her polîtîkayên tunekirinê bû sedem ku çavkaniyên berxwedanek xurttir derkeve holê."

'Di dirokê de em her dem di nava tekoşînê dene'

Fîgen, da zanîn ku li vê axê her dem êş, hêsir, şîn kêm nebûye û xwest êdî ev êş û şîn bi dawî bibe. Fîgen, da zanîn ku ji bo dawîlehatina vê êş û şînê pêwiste berxwedana xwe xurttir bikin. Fîgen, anî ziman ku wan her dem li dijî komkujiyê di ber xwe daye û xwest hêza têkoşînê xurttir bikin. Fîgen, bilêv kir ku wan di dirokê de her dem di ber xwe daye.

'10 mehin bi tang û topan êrîş dikin lê nikarin bi ser bikevin'

Fîgen, da zanîn ku di dîrokê de her dem hişmendiya komkujiyê berdewam kiriye û wiha got: "Di ser komkujiya Dêrsimê re 78 sal derbas bûn. Îro li Sûr, Nisêbîn, Gever û Şirnexê hêj komkujî didome. 78 sal berê dîsa heman komkujî pêk anîbûn. Kurdan wê demê serî netewand, niha jî serî natewîne. 10 mehin bi artêş, tang û topan êrîş dikin ê nikarin kurdan têk bibin. Li hemberî berxwedana kurdan a bi rûmet nikarin serkeftinê bi dest bixin. Li hemberî wan kurdên ku qet serî natewînin hene. Nikarin ruhê Dêrsimê tune bikin. Ew li ser kevneşopiya komkujî, talankirin û avakirinê hatine heta îro. Lê em li ser kevneşopiya Mezopotamya ya avakirinê hatine. Em her dem li dijî zilm û zordariyê têkoşiyane. Em îro ji wan re dibin dert. Em wekî Seyit Riza ji wan re dibin dert û em çang danînin. "

(zt)