Meral Daniş Beştaş: Armanca AKP’ê ewe ku HDP’ê ji holê rake

09:56

Habibe Eren/JINHA

ENQERE - Parlametera HDP’ê Meral Daniş Beştaş derbasbûna pêşnûmeya ‘rakirina destnedanê’ ya ji Komîsyona Destura Bingehîn û pêvajoya tasfiyekirina HDP’ê nirxand û got: “AKP dixwaze qanûnên xwe derbixe. Li dijî vê jî wek hêz HDP’ê dibîne. Naxwazin HDP’ê karê wan zehmet bike. Lê hemû pêniyarên m eyên têkildarî Tirkiyeyê de planên wan yên darbeyê û xelayên wan ji holê radike."

Pêşnûmeya guherîne ya Destura Bingehîn ya têkildarî ‘rakirina destnedanê’ ku AKP’ê ji bo parlamenterên HDP’ê ji meclîsê bavêje, amade kir, li Komîsyona Destura Bingehîn bi hevkariya CHP, MHP û AKP’ê hat qebûlkirin. Niha bal li ser dengdana wê li Lijneya Giştî pêk were ye. Pêşnûmeya guherî wê di 16’ê Gulanê de roja duşemê biçe Lijneya Giştî.parlamentera HDP’ê ya Edenê Meral Daniş beştaş diyar kir ku ev pêşnuymeya Destura Bingehîn ku rê li ber tasfiyekirina HDP’ê vedike bê hiqûqe û gotqebûlkirin û hatina vê pêşniyara guherîna destura bingehîn bêhiqûqe.

‘Di dîroka Tirkiyeyê de biryarek wisa pêk nehatiye!

Meral pêvajo tevahî wek pêvajoyek siyasî nirxand û got: “Niha xala 82’emîn y aDestura Bingehîn tê sekinandin. Ev pêvajo tê piştguhkirin. Li gorî xala 85’.an li Dadgeha Destura Bingehîn jî ji bo carekî rakirina destnedanan di rojevêde ye. Li Tirkiyeyê biryarek wisa pêk nehatiye. Ne mijara gotineye ku Xaleke Destura Bingehîn bê sekinandin. Ji bo bi rehetî xebatên rakirina destnedanê bimeşînin, dixwazin muxalefetê desteser bikin.”

‘AKP, CHP û MHP’ê di nava xwe de lihevkirin’

Meral da zanîn ku pêşnûmeya ‘rakirina destnedanê’ bi pirdengiyê ji Komîsyona Destura Bingehîn derbas bûye û got AKP, CHP û MHP’ê di nava xwe de lihevkirine. Meral got: “Ev jî li dijî gelê Kurd û HDP û hêzên muxaletê ye. Ev tifaqa xwe kirine jiyanê. Daxwaza Kurdan ya jiyanek azad û wek, daxwaza xweîfadekirina azad a baweriyên cuda, ev zîhniyeta yekparêz dikeve dewrê û gihiştin armanca xwe.

‘Li gorî rêgezên hiqûqî û destura bingehîn tevnegeriyan’

Meral bi lêv kir ku partiyên din din ava saetekê de li dijî HDP’ê bûne yek û got: “Di rewşa dawî de tê dîtin ku her sê partî çawa tevdigerin û muxalefeta wan ya li hemberî hev qet ne rastîne. Di vê rewşa ku hêviya aştî, demokrasî û biratiyê ji holê radike de, lihevkirina her sê partiyan nîşan dide ku çawa nêzî rewşê dibin. Di 16-18’ê Gulanê de wê du dengdan pêk bên. Heta niha qet li gorî rêgezên gerdunî û destura bingehîn tevnegeriyan. Ji bo neçe referandumê divê tiştekî bibînin. Ger dengdan di navbera 330 û 367’an de bimîne serokkomar kengê bixwaze wê bibe referandumê.”

‘Pêvajoya niha tê kirin pêvajoya derbeyê ye!’

Meral di berdewamiyê de got tiştên tên jiyîn lingekî darbeyê ye û got: “Niha li Tirkiyeyê pêvajoyek darbeyê tê jiyîn. Ji bo darbe bê jiyîn ne hewceye tank û hêzên çekdarî derkevin holê. Rawestandina destura bingehîn û hiqûqê darbeye. AKP xwe spart hêza piranî û ev kir jiyanê. Ev jî darbeye. Darbe niha li Cizîrê bi komkujiyê didome.

‘Naxwazin HDP karê wan zehmet bike’

Meral bi lêv kir ku ligel zext û girtinên li ser komên muxalîs, lêpirsîna li akdemîsyonan tê vekirin û ji kar derkxistin jî aliyekî din yê darbeyê ye û got: “Li her qadê hilweşîn heye. Ji Cemawerîkirina li Sûrê bigire li her qadê pêvajoyek darbeyê tê jiyîn. Armanc dikin ku muxalefetê ji holê rabikin. AKP dixwaze qanûnên xwe bîne. Naxwazin HDP karê wan bide zorê. Pêşniyarên me plan û xeyalên wan tine dike.”

(hu)