Ji bo Leyla Birlik a ku tevlî merasîma cenazeyê Lokman Birlik bûyî fezleke
12:33
JINHA
ENQERE - Wekîla HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, ji ber beşdarî merasima cenazeyê tiyê xwe Haci Lokman Bîrlîk yê ku li Şirnexê hat qetilkirin û li pey panzêrê hat kaşkirin bû, der barê wê de bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" fezleke hat amadekirin.
Der barê zêdeyî 46 wekîlên HDP'ê de fezleke hatin amadekirin. Herî zêde der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattîn Demîrtaş de fezleke hatin amadekirin. Dîsa naveroka fezlekeyên hatine amadekirin pir balkêş e. Yek ji van fezlekeyên hatine amadekirin û dixwaze destnedayîna wê bê rakirin jî Wekîla HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk e. Der barê Leyla de bi îdîaya gotinên “Kurdistan” û “gerilla” bikar anîye fezleke hat amadekirin. Dîsa bi hinceta beşdarî merasima cenazeyê tiyê xwe Haci Lokman Birlik ê di 3'ê Cotmeha 2015’an de li taxa Dicleyê hat qetilkirin û li pey panzêra polîsan hat kişandin bû jî bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" der barê wê de fezleke hat amadekirin. Di merasima cenaze de gelek welatî, malbat û wekîlên HDP’ê yên Şirnexê Leyla Birlik Aycan Îrmez û Faysal Sarıyildiz amade bûbûn.
Leyla, anî ziman ku ev pêkanên AKP’ê skandal in û tenê li hemberî vê zilm û zordarila li ser gel tê meşandin HDP'ê helwest nîşan daye. Leyla, bilêv kir ku ji ber HDP li hemberî vê yekê helwest nîşan da hemû partî bûn yekê "rakirina destnedayînan wekîlan" plana tasfiyê xistin meriyetê û wiha got: "Ev tiştekî pir bê ehleqî ye. Ji ber ku sûcekî şênber nedîtine bi vê hovîtiyê tên ser mirovan. Tu tişt ji tevlêbûna cenazeyê xizman rewatir û mirovanetir tune ye. Ji bo vê yekê jî ger ku fezleke bên amadekirin nayê qebûlkirin. Bi mehan bajar di bin dorpêçê de man û îşkence li cenazeyan hat kirin. Destûr nedan ku cenaze bên definkirin. Me gelek caran ji vê hovîtiyê re şahidî kir. Ger ku yên ev fezleke amadekiriye gelo çi zordarî û îşkence neanîn serê gel? Ger ku tevlêbûna merasima cenaze dibe sedema 'Destnedayînê' ev nêzîkatiyî hovîtî ye. Ez wekî xizma Hacı Lokman Birlik ê ku bi birîndarî hat girtin û pişre hat înfazkirin tev li cenaze bûm. Ger ku tevlêbûna cenaze dike sedema destnedayînê ev hovîtî û ketîbûn e."
(zt)