Leyla Zana 22 sal şûnde dîsa tê xwestin ji meclîsê bê derxistin

09:25

Duygu Erol/JINHA

ENQER- Siyasetmedara Kurd Leyla Zana ku cil û bergên xwe yên bi kulîlk derxist û yên fermî li xwe kir, li kursiya meclîsê yekem car behsa gelên Tirk û Kurd kir, îro jî ji ber îbareya ‘Gelê Tirkiyeyê’ bikaranî dîsa ji heman kursiyan bertek dît. Leyla Zana 22 sal şûnde, piştî guherî qanûnê ya ji bo rakirina destnedanan de ku li Lijneya Giştî ya Meclîsê hatiye qebûlkirin, dîsa wê ji meclîsê bê derxistin.

22 sal berê di 1994’an de di rojeva Tirkiyeyê de dîsa parlamenterên Kurd yên bi dengên gel hatibû hilbijartin hebûn. Parlamenterên DEP’ê di 1991’ê de di bin sîwaneya SHP’ê de ketin meclîsê û di 2’ê Adara 1994’an de destnedana wan hat kirin û hatin girtin. Dema mirov li şertên îro dinêrin xuya dike ku zihniyeta dewletê ev 22 sale nehatiye guhertin. Piştî serkeftina 7’ê Hezîranê şûnde di 1’ê Mijdara 2015’an de HDP’ê benda ji sedî 10 derbas kir û bi 59 parlamenterî ket meclîsê. Destnedana parlamenteran birin Lijneya Giştî û 59 parlamenter îro wek pêvajoya darbeya 2’ê Adarê dîsa di bin gefa derxistinê de ne.
Siyasetmedara Kurd Leyla Zana piştî girtina xwe ya demdirêj şûnde têkoşîna xwe dîsa berdewam kir. Çawa ku 22 sal berê ji meclîsê hat derxistin îro jî bi heman bêhiqûqiyê hewl tê dayîn ku bê derxistin.

Ji 1991’ê heta 2016’an çi bibû?

Îşkence, cîhanyet, sewitandinagundan, kuştinên kiryarnediyar, ciwan, jin û zarokên rastî îşkenceyan hatin yên salên 90’î nêrîna dewletê ya li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd nîşan dide. Ji aliyê hêzên dewletê ve çareseriya Pirsigrêka Kurd di bi navê Têkoşîna bi Terorê re, li hemberî gelê Kurd yên sivîl pêkanînên dij hiqûqê pêk hatin. Li djî van pêkanînan siyasetmedarên Kurd çûn meclîsê.18 parlamenter di navde Leyla Zana, Ahmet Turk, Orhan Dogan, Mehmet Sîncar û Hatîp Dîcle hebû di bin sîwaneya SHP’ê de ketin parlamentoyê. Bi kurdî sond xwarin û di roja meclîsê de bûn pirsgirêk.

Qêrîna Leyla Zana ya bi Kurdî

Leyla Zana ku wan deman bi cil û bergên xwe yên bi kulîl daxwazên gel qêriya, cara yekem wê di rewşeke wisa giran de daxwazên gel bianiya ziman. Dema Leyla Zana sonda xwe ya ku gotinên wekê ‘Min ev sond ji bo gelê Kurd û Tirk xwend’ ji kursiyên meclîsê deng bilind bûn. Serokê meclîsê bi gotinên zayendperst bang kir. Wê demê yekem car jinek Kurd derketibû kursiya meclîsê û behda gelan kiribû.

Hatin girtin!

Piştî sonda Kurd di 1992’an de parlamenterên HEP’ê îstîfa kirin. Piştre parlamenter û siyasetmedarên Kurd bi kuştinên kiryarnediyar hatin qetilkirin, binçavkirin û girtin. Di 1994’an de bi darbeya 2’ê Adarê re parlamenterên HEP’ê li ber meclîsê hatin binçavkirin û bi ‘xayintiya welat’ hatin darizandin.
Di 22 salan tenê alavên komkujî û qirkirinê guherîn

Leyla Zana piştî vê têkoşîna siyasî ya rêveberiyên herêmî bredewam kir û di bin siwana HDP’ê de bû yek ji 59 parlamenterî û ket TBMM’ê. Leyla Zanayê di 2016’an de jî dîsa bi gotinên Kurdî dest bi sonda xwe kir û gotinên wê yên wekê ‘hêviya aştiyeke bi rumet’, ‘gelên Tirkiyeyê’ dîsa rê li ber krîzê vekir.

Li Kurdistanê qirkirin, bo parlamentan girtin

Tê dîtin ku ji 1991’ê heta niha tiştek neguheriye û delweta ku duh bi torosên sibê, bi kuştinên kiryarnediyar gel qetil dikir, îro jî gelê sivîl bi tanq û topan qetil dike.her wiha operasyonên siyasî, rakirina desnedanan, binçavkirin û girtin didomin.
Di 16’ê Gulanê de wê têkildarî guherî pênûme qanûnê li Lijneya Giştî ya Meclîsê bê nîqaşkirin û tê payîn ku bi vê yekê re wê parlamenter ji meclîsê bên derxistin û beşek jî bên girtin.

(hu)