Fîgen Yuksekdag: Emê desturê nedin tasfiyekirina îradeya jinê

15:53

JINHA

ENQERE- Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgeh Yuksekdag di civîna koma partiya xwe de axivî û got dayikên zarokên xwe ji ber polîtîkaya şîdetê yê dewletê winda kirine heqê xwe li Ahmet Davutoglu helal nakin û got: “Darbeya AKP’ê ya di mijara desnedanan de li hemberî îradeya jinê d eye. Emê desturê nedin ku îradeya jinê ji meclîsê tasfiye bikin.”

Vê hefteyê dayika Azîz Guler ku li Rojava jiyana xwe ji dest da, Elîf Guler, dayika Midûrê Karê Nivîsan yên Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş, kul i Cizîrê di bodromê de hat qetilkirin, Melîha Aktaş û endamên însiyatîfa dayikêş aştiyê û jin beşdarî civîna koma jinan a HDP’ê bûn. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag di civînê de, Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan bibîr anî û got: “Di ser de çiqas dem derbas bibe jî me Denîz û hevalên wî jibîr nekirin. Parlamenterên duh ji darvekirinê re destê xwe rakirin, îro jî tên hemberî me. Îro jî xwe amade dikin ku ji mirin û şer re destê xwe rabikin.”

‘AKP’ê dayiktî li jinan kir jehr’

Fîgen da zanîn ku siyasetmedar rondikan didin barandin û got: “Behsa kiymeta dayikbûnê kirin, lê di saetên ku ev şov dihatin kirin , dayikan rondik dibarandin. AKP’ê dayiktî li jinan kir jehr. Li ser bidawîbûna rondikên dayikan siyaset kirin. Lê herî zêde di bin zilma wan de dayik giriyan.”

‘Dayik wê heqê xwe li Davutoglu helal nekin’

Fîgenê di berdewamiya axaftina xwe de li ser girtina Ahmet Davutoglu ya ji aliyê Tayyîp Erdogan ve jî sekinî û wiha pê de çû: “Ji her kesî helaltî xwest. Lê nekarî ji dayikên vê salonê helaltiyê bixwaze. Ji dayikên Roboskê û Geziyê helaltî nexwest. Ji dayikên Sur û Cizîrê nexwest. Ruyê wî tinebû. Pir baş dizanibû ku wê dayik heqê xwe lê helal nekin.”

Fîgen destnîşan kir ku CHP û MHP bûne hevkarên polîtîkayên AKP’ê û da zanîn ku partiya din ya muxaleftê jî hema hema wê mifteya partiya xwe bide AKP’ê. Lê di meclîsê de li dijî vê dijminahiya li dijî gel hewcedarî bi partiyeke jinê yanî bi HDP’ê heye.

‘Ev darbeya li dijî îradeya jinê ye’

Fîgen balkişand ser rakirina destnedanan jî û got: “Dixwazin HDP’ê ji meclîsê derxînin. Ez nabêjim siyaset; ew ti carî me nekarin ji siyasetê derxînin. Ev darbeya ku AKP pêş dixîne li dijî îradeya jinê ye. Jinan bi HDP’ê re di rêya temsiliyeta wekhev de pêngavek radîkal avêtiye. Emê desturê nedin tasfiyekirina îradeya jinê.”

Fîgenê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wê vê darbeyê serobino bikin û got ger ew nekin, bila ew hesab ji me bipirsin. Leyla Bîrlîk ya HDP’î ji ber beşdarî cenazeya tiyê xwe bûye têkildarî wê de fezleke hatiye amadekirin . Di vir de ti nirxên exlaqê nabînim. Wê ev zilma wan têk biçe û got ew serî li dijî vê bêexlaqiyê natewinin.” Fîgen da xuyakirin ku ev darbe piştî hilbijartinên 7’ê hezîranê ketiye dewrê.

Piştî Fîgenê dayika Rohat Aktaş, Melîha Aktaş û dayika Azîz Guler, Elîf guler axaftinek kirin.

(hu)