'Divê li her qadê gel li dijî vê êrîşa li hemberî vîna xwe serî rake'
14:38
JINHA
AMED - Têkîldarê binçavkirina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek KCD û HDP'ê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li dijî operasyonên qirkirina siyasî banga çalakiyan li gel kir û got, "Em ê li hemberî dîkta Qesrê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em ê li hemberî êrîşên li dijî siyasetmedar, gel, jin û zarokan li ber xwe bidin."
Der barê binçavkirina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek û operasyonên qirkirina siyasî yên demên dawî de, li ber avahiya Navenda Giştî ya DBP'ê daxuyaniyek hat dayîn. Aktîvîstên KJA, Hevserokên KCD'ê Hatî Dîcle û Leyla Guven, Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Hevberdevkên HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Ertûgrûl Kurkçu, Hevserokên HDP'ê yên Bajêr, Hevserokên DBP'ê yên bajar û navçeyan, Havşedara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredara berê ya Êlihê Gulîstan Akel û rêveberên bajar û navçeyan di dema dayîna daxuyaniyê de amade bûn.
Di destpêkê de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven axivî û diyar kir, li ser DBP'ê û azadîxwazan zexteke giran tê kirin. Leyla got, "Em dizanin, yekane armanca wan bêdengkirina me ye. Bi tenê destûra şexsekî heye baxive, ew jî Erdogan e. Lê me ev qebûl nekir, em ê qebûl nekin." Leyla bal kişand ser binçavkirina Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek û got, "Hevserokê me li cem gel e û nêrîna gel nîşan daye. Divê hevserokê me tavilê serbest were berdan. Girtin çareserî nîne. Lewma em vê polîtîkaya kirêt lenet dikin."
'Bi rengekî bê sînor êrîş dikin'
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî da xuyakirin, ku rêyên siyasetê ti carî li Tirkiyeyê bi temamî nehatiye vekirin û destnîşan kir, ku siyaset li mirovên li dijî zîhniyeta yekparêz in, qedexe ye.
Selahattîn diyar kir, tevî hemû astengiyan jî ew di siyaseta demokratîk de israr dikin û got, "Gel em bi xwêdana eniya xwe, anî vê derê. Ev ne lutfeke hikûmetê ye. Cihê em lê ne mewziyên gel in. Li hemberî van mewziyan êrîşeke bêsînor tê kirin. 'Operasyonên KCK'ê ti carî nesekinînin. Di nava van şert û mercan de me di siyasetê de israr kirin. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek ji duh ve di binê çavan de ye û dibe ku hîn bêhtir bê ragirtin. Yekane sûcdariya lê tê kirin, daxuyaniya wî ya çapemeniyê ye. Hevserokê partiyeke ji bo siyasetê bike hatiye avakirin, ji ber axiviye hatiye binçavkirin."
'Em ê li dijî faşîzmê bi serbilindî bisekinin'
Selahattîn da zanîn, ku hewl tê dayîn li Tirkiyeyê bi tenê mirovek baxive û anî ziman, ew şexs jî Serokkomar Erdogan e. Selahattîn ragihand, hemû binçavkirin û girtin di bin navê 'têkoşîna li dijî terorê' de tên kirin û diyar kir, yên bi barbarî nêzî gel dibin, bi heman rengî êrîşî siyasetmedaran dikin.
Selahattîn da xuyakirin, ku hemû dozger wê ji ber vê bêhiqûqiyê berdêlê bidin û got, "Ji bo fatûreya siyasî li we bê birîn, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Li her cihî em ê polîtîkayên we yên faşîzan tekparêz teşhîr bikin. Hûn ê di nava vê bê aqiliya xwe de bifetisin. Ji ber ku îro hêz di destê we de ye, weke AKP'ê we darbe kirine. Ji bîr nekin, ev welat welatê me ye. Eger kesek hebe bi xayîntiyê bê tawanbarkirin, ew jî kesên êrîşî nirxên vî gelî dikin e. Dibe ku beşek ji gel nerazîbûnê nîşanî me bide, lê belê zêdeyî nîvê gel dixwaze hesab ji şexsê li Qesrê bê pirsîn. Em ê heta dawiyê li hemberî dîkta Qesrê li ber xwe bidin. Em ê li hemberî êrîşên li dijî siyasetmedar, gel, jin û zarokan li ber xwe bidin."
Selahattîn herî dawî got, "Ya ku li hemberî Kamûran hatiye kirin li dijî vîna gel hatiye kirin. Divê li her qadê gel li dijî vê êrîşa li hemberî vîna xwe serî rake. Pêwîste bêdeng nemîne û çalakiyên demokratîk pêk bîne. Ji ber ku gotinên tund li hemberî AKP'ê bi kar aniye Kamûran tê sûcdarkirin. Eger ev sûc be, em ê hemû vî sûcî bikin û bi serbilindî li ber xwe bidin."
(rc)