Jinên HDP’î: Divê gelê Wanê xwedî li îradeya xwe derkeve
09:44
Nîşmiye Guler / JINHA
WAN- HDK û KCD’ê ji bo rakirina destnedana parlamenteran deklarasyonek weşand û di deklerasyonê de hat xwestin ku pêşniya şûnde bê kişandin. Her wiha ji her aliyî ji bo parlamenterên HDP’ê piştgirî tê. Li Wanê jinên HDP’î diyar kir ku rakirina destnedana parêzeran wek ‘darbeya li ser îradeya gel’ nirxand û bang li hemû gelê Wanê kir ku xwedî li îradeya xwe derkevin.
Bi banga Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) 254 rêxistin hatin cem hev û têkilarî rakirina destnedana parlamenteran a AKP’ê deklerasyonek weşandind û diyar kirin ku ev pêşnûmeya ku îradeya gel tine dike bila şûnde bê kişandin û starta çalakiyên ‘dest nedin îradeya min’ dan. Ji her çar alî ji bo parlamenterên HDP’ê piştgirî tê û jinên HDP’î yên Wanê jî banga xwedî derketina li îradeyê li gel kir. Hevseroka HDP’a ya Wanê Gulîstan Orhan, diyar kir ku piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê şûnde li hemberî partiya me êrîşan dest pê kiriye û hilbijartinên 1’ê Mijdarê jî bi darbeyeke siyasî hatiye kirin. Hikûmetê armanc dikir ku HDP’ê di bin bendê de bihêle û piştî ku daxwaza xwe bidest nexist, destnedan kirin rojeva meclîsê. Îradeya mîlyonan kesên deng daye partiya me tine hatiye hesibandin.”
‘Darbeyê li îradeya gel dixînin’
Gulîstanê anî ziman ku rakirina destnedana parlamenteran darbeyek li dijî îradeya gel e û got: “Gelê Kurd ne bê çare ye. Wê dîsa îradeya xwe dane holê û wê rêyên çareseriyê bibîne. Li dijî vê darbeya siyasî em wek HDP wê xebata xwe bimeşînin. Gelê me her tim li cem me bû. Ji vir şûnde jî wê bibe. HDP li dijî zihniyeta yekparêze. Rêveber û hevserokên digirin û dixwazin destnedana parlamenterên wê rabikin.”
'Divê gelê Wanê xwedî li îradeya xwe derkeve'
Gulîstanê diyar kir k udi 1994’an de destnedana parlamenteran rakirine û wiha berdewam kir: “Çawa ku wê rojê encam negirtin, wê îro jî negirin. Emê bi gelê xwe re xwedî li parlamenterên xwe derkevin. Em bang li gel û jinên Wanê dikin. Bila xwedî li parlamenter û îradeya xwe derkevin.”
‘Qesrê meclîs kiriye holîgan’
Cigira Hevseroka HDP’a Wanê Leyla Işik jî got: “Bi salane ev zîhniyet berdewam dike. Girtina partiyan û destnedan bi salane di rojevê de ye. Gelê me her tim li dijî vê sekinî. Li Tirkiyeyê siyaset qedyaye. Qesr ji ber hebûna HDP’ê ya li Meclîsê qebûl nake, meclîsê dike holîgan. Ev polîtîkaya ku cuntaya qesrê kiriye. Vê li Tirkiyeyê siyaset aniye asta tinebûnê. Ya li dijî vê derkeve dîsa gel e.”
‘Em jiyanek xwehbiratî dixwazin’
Rêvebera HDP’a Tuşpayê Vahîde Ersan jî bang li gel û dayikên Wanê kir û got divê ji rakirina destnedanan re bêjin êdî bes e.Vahîde got ew jiyanek xwehbira dixwazin û got ew wek gel wê xwedî li îradeya xwe derkevin.
(hu)