Parlamenterên jin bûyera îstîsmarê ya Kampa Nîzîpê birin meclîsê

15:13

JINHA

ENQERE- Parlamenterên jin yên HDP’î, bûyera îstîsmara zayendî ya li hember zarokên penaber yên Kampa Nîzîpê ya AFAD’ê birin meclîsê û gotin: “Kampa Nîzîpê piştî serdana Merkelê hat îdiakirin ku kampek gelek baş. Gelo berê jî li kampên AFAD’ê li dijî jin û zarokan îstîsmara zayendî hatiye jiyîn an na? Di vê mijarê de tiştek hatiye kirin an na.

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu û parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca, piştî ku bûyera îstîsmara zayendî ya li Kampa Nîzîpê ya girêdayê AFAD’ê ku 30 zarok rastî îstîmara zayendî hatibûn, ket rojevê şûnde, pêşnûmepirsek dan meclîsê û xwestin mijar bê lîkolînkirin. Di 23’ê Nîsanê de Cejna Zarokan de serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, serokwezîr Davutoglu, cigirên serokwezîr Yalçin Dogan, Mehmet Şîmşek, wezîrê karê hundir Efkan Ala û hevşaredar Fatma Şahîn çibûn kampê. Feleknas û Fîlîzê têkildarî mijarê de wiha got: “

-Bûyera ku li kampê 30 zarok rastî tecawizê hatine raste an na? Îdiayên mijara gotinê ne ger rast bin ev skandal kengê pêk hatiye? Serokwezîrtî ji vê agahdar bûye an na? Ger agahdar bibe derbarê mijarê de çi kiriye?

-zarokên mijara gotinê de çiqas dem rastî îstîsmarê hatine?

- kesê ev zarok îstîsmar kirine kîne? Têkildarî van kesan de lêpirsîn hatiye destpêkirin? Ger hatibe destpêkirin di kîjan astê de ye?

-Tê îdiakirin hejmara zarokan 30, ev raste? Ger ne rast be hejmar çende?

-Ji bo parastina zarokan çi haitye kirin, xebatên serokwezîrtiyê çiye? Rewşa zarokan a dawî çiye?

-Rayedarên Kampê yên bûne sedemê vê pêkanînê, kîne? Ji bo darizandina wan tiştek hatiye kirin an na?

-Piştî serdana Merkelê hat gotin ku kampek gelek baş e. Gelo berê jî bûyerên wisa hatiye jiyîn an na?

-Ji bo pêşîgirtina bûyerên wisa tedbîrên we çine û polîtîkayên we hene an na?

-Ji bo zarokên ji Suriye, Iraq, Afganîstan, Afrîka û welatên hatine bên parastin, hun çi plan dikin?

-Gelo li xebatkarên kampê têkildarî vê mijarê de perwerde tê dayîn an na?

-Li kampên AFAD’ê heta îro nehiştine rêxistinên mafê mirovan lêkolînan bikin. Gelo wê ji lêkolîna wan re bê vekirin?

(hu)