‘Di bin navê bekçîvaniyê de cerdevaniyê dikin jiyanê’

09:08

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED- Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk diyar kir ku zîhniyeta ‘ewlekariyê’ ya di salên 90’î, li Kurdistanê berdewam dike û niha jî hewl tê dayîn ‘pergala bekçîvaniyê’ bikin jiyanê û got: “Yên îro di bin navê bekçîvaniyê li bajaran tên bicihkirin, sibê bi destê dewletê wê ji holê bên rakirin. Divê ev baş bê dîtin û lîstikên tên lîstin bên teşîrkirin.”

Polîtîkayên koçberkirin, hilweşandin û şewitandinê yên sal^ne 90’î niha li bajar û navçeyan dimeşe. Wezareta karê hundir biryar girtiye kul i her taxê bekçiyan bi cih bikin. Ev biryara wan jî wek pergala cerdevaniyê ya salên 90’î li bajaran bi ‘pergala bekçîvaniyê’ dikeve jiyanê’ tê nirxandin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk di bin navê pergala bekçîvaniyê de got dixwazin cerdevaniya bajarî bikin jiyanê û got bi vê yekê re wê gel bi guman nêzî hev bibe.

‘Ji dîrokê dersê dernaxin’

Leylayê da zanîn ku AKP dixwaze di bin navê ‘polîtîkayên ewlehiyê de’ pirsgirêkan çareser bikin’ û got: “Ev 40 sale ji ber polîtîkayên ewlehiyê Kurdistan tê şewitandin, wêrankirin. AKP ji dîrokê dersê dernaxe. Polîtîkayên salên 90’î têk çûne." Leylayê wiha berdewam kir: “Gelê Kurd îradeya xwe daniye holê. Li dijî êrîşên dewletê bi awayekî topyekun berxewdan tê nîşandan. Hikûmeta AKP’ê rizyaye. AKP polîtîkayên salên 90’’i kiriye jiyanê. Lê têk çûye.”

'Divê ev lîstik bê teşîrkirin'

Leylayê bi lêv kir ku bi heman mantixî dixwazin niha pergala bekçîvaniyê bikin jiyanê û got ev pergala cerdevaniyê ya salên 90’î re wek hev e. Leylayê wiha got: “Yên îro di bin navê bekçîvaniyê de li bajaran tên bi cihkirin, wê sibê bi destê dewletê ji holê bên rakirin. Divê ev baş bê dîtin û divê lîstik baş bê teşhîrkirin.”

(hu)