Ji Selma Gurkan li dijî pergala ‘serokatiyê’ banga têkoşînê
09:49
Fîlîz Zeyrek/ JINHA
EDENE - Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan diyar kir ku bi pêşnûme qanûna ku ji bo destnedanên parlamenterên HDP’ê hatiye amadekirin şûnde, hikûmeta AKP’ê hedef dike ku di nîqaşên serokatiyê de pêngaveke din pêş de biçe. Selma Gurkan got divê pêşî li pergala ‘yek kesî’ bê girtin û banga têkoşînê li parlameneterên parlamentoyê û hêzên demokrasiyê kir.
Piştî ku pênûme qanûna ku ji bo destnedana parlamenterên HDP’ê hat amadekirin, ji Komîsyona Destura Bingehîn a Meclîsê derbas bû şûnde, kêm maye ku li Lijneya Giştî ya Meclîsê bê dîtin û her wiha bertekên li dijî vê zêde dibin. Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan got rakirina destnedana parlamenterên HDP’ê şaşe û got di salên 90’î de jî li dijî parlamenterên DEP’ê heman tişt hatiye meşandin. Selmayê wiha got: “Kesên bi îradeya gel hatine hilbijartin tine dihesibînin. Ev şaşiyek mezine. Parlamenterên CHP’ê jî ev şaşî erê kirine.”
Banga dengê ‘na’ li parlamenteran kirin
Selmayê di berdewamiya axaftina xwe de got hikûmeta AKP’ê dixwaze di nîqaşên serokatiyê de pêngaveke din jî pêş de biçe û ji bo vê jî bo ku pergala ‘yek partî’ bîne Tirkiyeyê, AKP dixwaze parlamenterên HDP’ê ji meclîsê derxîne. Selmayê wiha berdewam kir: “Em bang li hemû parlamenteran dikin ku li dijî destnedanan bila denga ‘na’ bikar bînin. Îhtîmaleke mezin AKP û MHP piranî wê bêjin ‘erê’. Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî got wê bêjin ‘erê’ lê beşeke mezin ya parlamentera wê bêjin ‘na’."
‘Tercîha ‘erê’ ya CHP’ê ji pêvajoyê re ne bersive’
Selmayê daxuyaniya Kemal Kiliçdaroglu ya ‘emê bêjin erê’ rexne kir û got ev ji pêvajoyê re nabe bersiv. Selmayê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Mesele ne meseleya rakirina destnedanaye. Ger wisabûna emê hemû beşdarî nîqaşê bibûna. Lê ev konjoktora siyasî ya em têde derbas dibin, di mijara destnedanan de ne tezahurkirina pêvajoyê ye. Ji ber vê jî daxuyaniyek wisa şaşiyek dîrokiye. CHP’ê bi vê biryarê şaşiyek nû li şaşiyên xwe yên dîrokî zêde kiriye.
‘Em serkeftinên serokwezîr dizanin’
Selmayê balkişand ser serokwezîr Ahmet Davutoglu ku ji peywirê hat girtin û got di atmosfereke wisa de behsa demokrasiyê kirin, ne mumkune. Selmayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ahmet Davutoglu ji me re vegot ku ew serokwezîrekî çiqas serkeftiye. Em wê serkeftinê ji qetilkirinên li Cizîr, Sûr û Nisêbînê dizanin. Serokwezîr bi serokkomar re di nav polîtîkayeke lihevhatîbû. Em wê serkeftinê baş dizanin.” Selmayê di dawiya axaftina xwe de got divê pêşî li pergala ‘yek kesî’ bê girtin.
(hu)