'Xeyalê serokkomar a ji bo Sûrê wê demek nêz de vegere kabûsê’

09:10

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven têkildarî kaosa ku Tirkiye ketiyê û geşedanên siyasî de nirxandin kir û diyar kir ku bi mehan e ji ber ku gelê Kurd serî netewandiye, hewl didin bedel pê bidin dayîn û got: “Gelê Kurd teqez wê serî li dijî Qesrê netewîne. Xeyala ku serokkomar ji bo Sûrê dike wê di demeke nêz de bibe kabus.”

Piştî hevdîtinên bi Lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan re ya ji 5’ê Nîsana 2015’an de bi dawî û tecrîda girankî ya bi salan berdewam dike, li Kurdistanê ji hilbijartinên 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê heta niha bi ‘qedxeyên kolanê’ polîtîkaya îmha û hilweşînê ket dewrê. Dîsa bi rakirina destnedana parlamenterên HDP’ê û operasyonên siyasî yên li dijî DBP’ê, Tirkiye her diçe zêdetir berbi kaosê ve diçe. Ji bo vê jî divê pirsgirêka Kurd çareser bibe û hevdîtinên bi Lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan re bê destpêkirin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven pêvajo nirxand û got pêvajoya muzakereyê ya 2013’an de destpê kir, hêviya aştiyê dihundirand. Leylayê da zanîn ku gelê Kurd bi salane bê statu dijî û got yek ji pirsgirêkên herî girîng ya Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e.

‘AKP’ê dest ji polîtîkaya xwe ya dûrû berneda’

Leylayê bi lêv kir ku ji roja ku pêvajoya çareseriyê daye destpêkirin, Lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan hewl daye û ev di notên wî yên hevdîtinê de bi awayekî vekirî tê dîtin. Leylayê wiha got: “Hikûmeta AKP’ê ji serî de samîmî nêz nebû. Rayedarên dewletê ji bo demê qezenc bikin hevdîtin kirin û li aliyê din jî çêkirina kalekol û bendavan berdewam kir. Di destpêka pêvajoyê de Birêz Ocalan xwestibû girtiyên nexweş bên berdan. Heyetê jî gotibû bila leşkerî dîlgirtî bên berdan. PKK’ê jî wê dîlên destê xwe berdana. Lê dewletê dewletê ji bo girtiyên nexweş tiştek nekir. Dîsa vê pêvajoyê de li Parîsê 3 jin hatin qetilkirin. Tevî vê Birêz Ocalan xwest pêvajo bidome. Tevî evqas hewldan, AKP’ê dest ji polîtîkaya xwe ya dûrû berneda.”

‘Ji bo serokatiyê welat berbi kaosê ve bir’

Leylayê da zanîn ku armanca sereke ya AKP’ê ev bû ku pirsgirêka bendê bike jiyanê û HDP serbixwe bikeve hilbijartinê û got: “Piştî HDP wek partî ket meclîsê lîstika AKP’ê xera bû.Di dîroka Tirkiyeyê de yekem car hemû nasnameyên cuda û bawerî di bin sîwaneyekê de hatin cem hev. Di 7’ê Hezîranê de bi tabloyek rengîn ketin meclîsê. Lê AKP’ê ev qebûl nekir. Di 8’ê Hezîranê de serokkomar sîwaneya AKP’ê kom kir û got ew hilbijartinên 7 hezîranê qebûl nake. Ji ber xeyalên serokkomar yên bi tena serê xwe bibe desthilatdar û pergala serokatiyê welat berbi kaosê ve çû. Di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de seferberî hat îlankirin û lig elek cihan xwestin bi pereyan hilbijartinê qezenc bikin. Ji zimanê çapemeniyê bigire heta pergala kompiturê her tişt ji bo ku HDP di bin bendê de bê hiştin hat eyarkirin. Tevî hemû lîstikan gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd ji bo HDP bendê derbas bike bûn yek dil. Tevî hemû xîleyên AKP’ê, HDP bi ser ket.

‘AKP tehemul nake’

Leylayê balkişadn ser berxwedana gelê Kurd û got: “Îro li Sûr, Sîlopî, Gever, Cizîr û Rojava berxwedaneke bi heybet a gelê Kurd tê jiyîn. AKP tehemulê Kurdên ku berxwe dide, nake. Di vê rewşa ku her bajarê Kurdistanê tê wêrankirinê de, parlamenter rewşa rakirina destnedanan nafikirin. Em ji bo darizandinê amadene. Bi awayekî bêhiqûq her roj endamên partiyê û hevserok tên girtin. Eniya me bilinde. Me tiştekî ku em şer bikin, nekiriye. Me nelêrêtî nekiriye. Me dest dirêjî mal û canê kesî ne kiriye. Em tenê fikrên xwe yên siyasî vedibêjin. Dibe ku kêm an jî şaş be. Em ancax di vê mijarê de hesab bidin gelê xwe.”

‘Sermayedarên AKP’ê ji bo Sûrê ketin rêzê’

Leylayê biryara ‘cemawerîkirina lezgîn’ ya ji bo bajarên Kurdistanê, nirxand û got ev tê wateya ku kesên li dijî desteserkirinê serî netewînin wê bi bajar re tine bikin. Leylayê da zanîn ku sermayedarên AKP’ê jib o Sûrê ketine rêzê û da zanîn ku ev xeyala serokkomar wê demek nêz de bibe kabus.

(hu)