‘Êrîşên li meclîsê, li hember vîn û nasnameya jinê ye’
11:45
Sarya Gozuoglu / JINHA
AMED-Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku di şexsê nasnameya jinê ya li meclîsê de û şexsê wê de, nasnameya hemû jinan hedef tê girtin û wiha got: “Emê zayendparêziya wan li her derê li rûyê wan bixînin. Di vê mijarê de, wê di warê şîkadina îradeyê, teslîm girtinê, pêşîtina têkoşîn û berdana me de, bi ser nekevin.
Di Lijneya Giştî ya Meclîsê de parlamenterê AKP’ê Hakan Çavuşoglu, dema ku Meral Daniş Beşta a HDP’î li kursiyê bû gotinên wekê ‘Ez nexweşikbûna te re tiştek dibêjim? Tişta nexweşik’ anî ziman û vê jî zîhniyeta AKP’ê û dijminahiya li dijî jinê carek din derxist holê. Berê jî di Komîsyona Destura Bingehîn a TBMM’ê de parlametnerê AKP’î Alî Aydinoglu, destê xwe li Ayşe Acar a HDP’î rakir û bi lêdanê tehdîd kiribû. Êrîşên mêrên AKP’î yên li hemberî jinan di vî alî de her tim pêk tên û ev jî pirsa gelo wê di meclîsek wisa de polîtîkayeke jinan ya çawa derkeve holê tîne hişê mirovan.
Yek ji parlamenterên ku rastî êrîşê hatiye Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku nêzîkatiya li hemberî jinê ne rewşek taybet e, meseleya jinê bixwe polîtîke. Gotinên li meclîsê ji me re tên gotin, ji bo şikandina îrade û têkoşîna me ye.
‘Desthilatdarî bi bi mîsyona mêr tevdigere’
Meralê di berdewamiyê de wiha got: “Desthilatdarî raste rast bi li gorî rolên zayenda civakî bi mîsyona mêr tevdigere. Ev ne tesadufe. Berê serokwezîran wezîran hinek jin bi xweşikbûn, nexweşikbûn, bejnê bi nav dikir. Ev jî nîşan dide ku ew çiqas koleyên pergala serdest ya mêrin. Cîhanek din ya wan tine. Jinê tenê wek meta dibînin, wek obje dibînin, ti car azadiya wan qebûl nakin. Lê îdeolojî û perspektîfa me berovajî vê ye.”
‘Gotinên wan nîşan dide ku siyasetek çawa dimeşînin’
Meralê bi lêv kir ku di her qada jiyanê de li kolan, malê her derê wekheviya jin û mêr diparêzin û got nêzîkatiya wan ya azadixwaziya jinê heye. Meralê wiha got: “Pergala bi hezaran salaye li ser jinan pêk tê van kodan derdixe holê. Gelek hevalên me bi av, gaz û guleyan hedef tên girtin. Ev ne tesadufiye. Dîsa li Meclîsê li meh heqeret tê kirin. Ev jî ji bo şikandina îradeya me û ji bo hêza me ya temsiliyetê kêm bike tê kirin. Ev jî nîşan dide ku siyaseteke çawa vala dimeşînin.”
‘Emê vê zayenperestiya wan li ruyê wan bixin’
Meralê destnîşan kir ku di nîqaşa meclîsê de di şexsê nasnameya jinê û şexsê wê de nasnameya hemû jinê hedef tê girtin û got: “Hemû jin zayenda wan hedef tê girtin. Vê wek amûra siyasetê bikartînin. Lê vê jibîr dikin. Ji bo me xweşik bûn, nexweşikbûn û têgehên din yên estetîkê bi awayekî din tê şîrovekirin. Em wek wan nanêrin. Em ne xwe û ne kesên din wan bi têgehan dinirxînin. Ji ver vê jî emê zayendperestiya wan her tim li rûyê wan bixînin. Emê kesên van têgehan bikartînin bavêjin sergoyê dîrokê.”
(hu)