‘Pêşeroja Tirkiyê li Îmraliyê tê tecrîdkirin’

09:10

Sarya Gozuoglu / JINHA

AMED – Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê parêzer Meral Daniş Beştaş tecrîda girankirî ya li ser Lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Êdî rakirina tecrîdê têr nake divê Birêz Ocalan demildest bigihêje azadiya xwe. Ev biryareke siyasiye, ev tecrîd tenê Birêz Ocalan tecrîd nake, ji bo hemû gelê Kurd xetereya tecrîdê ye.”

Piştî mutabakata Dolmabahçeyê şûnde, li Tirkiyeyê gel di nav bendewariya aştiyê de bû lê li ser Lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîda girankirî dest pê kir. Abdullah Ocalan ku wek navnîşana çareseriyê tê dîtin, ji sala 2011’ê heta niha bi parêzerê xwe re nekare hevdîtinê bike. Ji Nîsana 2015’an û heta niha jî ne bi malbata xwe re û ne jî bi heyeta Îmraliyê re dikare hevdîtinê pêk bîne.Li vî welatî ji hilbijartinê 7’ê Hezîranê û heta niha şîdet û kaos zêde bû. rewşenbîr, nivîskar, STK û gel ji bo çareseriyê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re nîşan didin. Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş jî diyar kir ku li Îmraliyê, aştî û pêşeroja gelên Tirkiyeyê tê tecrîdkirin.

‘Ev ne hiqûqiye, biryarek siyasiye’

Meralê diyar kir ku di biryara ku dadgeha mafê mirovana Ewropayê têkildarî lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan daye de, gotiye tecrîd bi awayekî veguheriye îşkenceyê û got: “Li Tîpên F û tîpên E û her wiha girtîgehên ewlehiya taybet li hemberî girtî û hukumxwaran bi taybet dikin hucreyên yek kesî û saetên wna yên spor, xwendina pirtûkan û qadê hevpar tê sînorkirin û tecrîd tê kirin. Lê niha qesr bixwe Îmraliyê bi rêve dibe. Ti rayedarekî hikûmetê nekare bêje tiştên li wir tên jiyîn ji derveyê met ê kirin. Ev biryareke siyasiye.”

‘Sebra gelê Kurd tê pîvan’

Meralê diyar kir ku bi tecrîda li ser Lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan re di esasê de li ser gelê Kurd tecrîd tê kirin û wiha got: “Sebra gelê Kurd tê pîvan. Dewlet xesasiyetên têkildarî Ocalan de dizanin. Ev biryareke siyasiye. Ev tecrîd tenê ne li ser Ocalane. Ji bo gelê Kurd jî xetereye. Dibêjin ezê ‘lîderê we tecrîd bikim’ û dixwaze serî bi gelê Kurd bitewîne. Lê heta îro bi ser neketin. Em diçin ku derê em destek, hezkirina gelê xwe dibînin.”

Di vê mijarê de nekarin bi ser bikevin

Meralê di berdewamiyê de bi lêv kir ku di pêvajoya ku hevdîtinên bi lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan re dihat kirin de hevdîtin bi baldariyek mezin temaşe kiriye û got: “Nirxandin û pêşniyarên dihatin kirin hema bi gel re dibû sedema moral û motîvasyonê. Ya em dizanin dewlet jî dizane. Ji ber vê tê hedef kirin ku gel bê pêşeng bihêlin. Lê wê di vê mijarê de bi ser nekevin. Di pêvajoya çareseriyê de li Tirkiyeyê ji bilî sîvîlên ku hêzên dewletê qetil kirin, mirin çênebûn. Gotina Birêz Ocalan hem KCK û hem jî gel guhdar kir.”

‘Dîrokê nîşan daye ku Birêz Ocalan wê şûnde gavê navêje’

Meralê got dîrokê nîşan daye ku Birêz Ocalan di vê mijarê de teqez gavê navêje û wiha pê de çû: “Ji ber van sedeman, têkiliya bi Lîderê PKK’ê re hat birîn. Dixwazin gelê Kurd bê pêşeng bihêlin. Birêz Ocalan ji bo jiyana hevpar a gelên Tirkiyeyê mifteyên girîng pêşniyar dike. Nexşerê û rêbazên xwe datîne holê. Ji ber vê divê ne tenê gelê Kurd gelên Tirkiyeyê jî xwedî li Ocalan derkevin.
Rakirina tecrîdê têr nake divê Birêz Ocalan azad bibe

Meralê destnîşan kir ku ji bo ku Tirkiye ji vê kaosê derkeve, Îmrali nîşan da û got: “Berovajî vê wê darbe wek ahtapotekê xwe li welat bipêçe. Derketina vê jî ne faşîzme, demokrasiye. Pêşeroja Tirkiyeyê li Îmraliyê tê tecrîdkirin. Niha bi mîlyonan dayikên leşker, polîs û gerîlayan bi tirs dijîn. Êdî rakirina tecrîdê tenê têr nake. Divê Ocalan demildest bigihêje azadiya xwe.”

(hu)