'Di lihevkirina Goran û YNK'ê de rola jinan giringe'

09:31

Şengar Bradost/JINHA

SILÊMANÎ - Li Silêmaniyê di navbera YNK û Tevgera Goran de lihevkirin çêbû. Jinên siyasetmendarên di nava her du aliyan de giringiya rola jan di lihevkirinê de tayîbetî jî rola Hêro Îbrahîm Ehmed nirxandin.

Li Silêmaniyê bi tevlîbûna gelek rêveberên siyasî û saziyên civakî bi merasîmekê di navbera Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran de lihevkirin hat çêkirin. Endama meclisa YNK'ê ya Hewlêr Jîno Mihemed û Endama Odeya Têkoliyên Siyasiyên Tevgera Goran Şanaz Mihemed Reşîd di derbarê li hevkirina navbera YNK'ê û Tevgera Goran de giringiya rolê jinan de nirxandin kirin.

Jîno Mihemed dazanîn ku wê şandeyek li ser pêkanîna xalên li hevkirinê bi xebite û wiha domand: "Di navbera YNK û Tevgera Goran de lihevkirin çêbû. Piştî li hevkirinê wê her du alî şandeyekê pêk bînin ji bo pêkanîna xalên ku li ser li hevkirine. Ji xalên herî giring ên lihevkirinê behsa guhartina pergala rêvebirinê ya Başur hatiye kirin. Çunkî pirsgirêka pergalê ji bo welatiyan û tevahî aliyên siyasî astengya herî mezine. Li gorî min wê ev li hev kirin bandorek mezin hebe li ser çareser kirina qirîza li Başur tê jîn."

Jîno li ser tevlînebuna hindek aliyên siyasî yên beşdarî merasîma lihevkirinê nebûyîn bi taybet jî PDK jî wiha axivî: "Aliyên ku hatbun vexwandin lê nehatine, dibêjin belkî ev komployeke yan wek xeteryek li ser xwe dibînin, lê di rastiyê de tiştek wesa nîne. Ger her xetereyek ji hebe bi vê li hev kirinê bi dawî dibe. Ev li hevkirin ji bo tevahî partî û aliyên siyasî li Kurdistanê bitaybet jî li Başurê Kurdistanê, rê ji xeteryan re digre. Çunkî ev li hevkirin ser daxwaza gel pêk hatye."

Jîno di vê lihevkirinê de ji bo giringiya rola jinan jî wiha got: "Jinên di nava siyaseta YNK'ê de pêşengiya vê li hevkirnê kirin. Jinên wek Hêro Îbrahîm Ehmed beriya li hevkirinê jî bi berpirsên Goran re di nav hewldanekê da bu, ji bo amadekirina zemînê li hevkirinê."

Endama Odeya Têkiliyênên Siyasî ya Tevgera Goran Şanaz Mihemed Reşîd jî dazanîn ku di xalên hatine îmza kirin de pêşxstina rola jinan û cwanan heye di meyana siyaseta başur de û wiha berdewam kir: "Rolê jinan herçiqas jî sinirdar be, lê bi pêşengiya jinan ev li hevkirn hatye çêkinrin. Em xebitîn ku li ser bingeha pêşxistina li hevkirinê rola jinan bê zêdekirin. Xala ku em bal bikişînin ser ewe ku pêwîste serokê herêmê di perlementoyê de bê helbijartin û pergalek perlemanî bê meşandin."

(zt)