Zeynep Sipçik: Evîndarê azadiyê û gelên aştîxwaz wê bi ser kev in

10:35

JINHA

MÊRDÎN - Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sîpçîk a ku girtiye, bal kişand li ser konsepta şer a li Kuristanê û operasyonên qirkirina siyasî wiha got: "Ya ku bi ser keve dê gelê kurd ê evîndarê azadiyê ye û gelên ku aştiyê dixwazin in."

Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sîpçîk a ku di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî ya îxtidara AKP'ê de hate gritin di nameya ku ji Giritîgeha Sîncanê şand de bal kişand li ser konsepta şer a li Kurdistanê û diyar kir ku di encama berxwedana gelê kurd a bi biryar de dê yên aştiyê diparêzin bi ser kevin. Zeynepê gelê Kerboranê silav kir û pêvajoya çareseriya demokratîk bi bîr xist û xwest gelên Tirkiyeyê li dijî şer bisekinin û pêvajoya aştiyê înşa bike ji bo vê yekê têbikoşe.

'Gelê kurd bi konsepta şer ve rastî êrîşan tê'

Zeynepê da zanîn ku gelê kurd li hemberî polîtîkayên şer xwe ji xweliya xwe ji nû ve afirandiye û ev tişt di nameyê de anî ziman: "Bi sedan salan e gelê kurd û bi taybetî jî jinên kurd ên afrînerê azadiyê ne bi polîtîkaya sîstematîk a qirkirinê ve rû bi rû ne. Lê her roj xwe bi awayeke nû diafirîne. Ji bo şikandina îradeya gelê kurd her carê bi konsepta şer ve êrîşî gelê kurd tê kirin."

'Konsepta şer dê bi ser nekeve'

Zeynep destnîşan kir ku bi konsepta şer re îxtidara AKP'ê operasyonên qirkirina siyasî dimeşînin û wiha axivî: "Çawa berê ve konsept bi ser neket, niha jî dê bi ser nekeve. Yê bi ser keve dê gelê kurd ê evîndarê azadiyê ye û gelên aştîxwaz in. Niha ligel ku em di nava çar diwaran de jî tişta ku dihêle em bi hêz li ser piyan bin hûn ji bo me çavkaniya moralê ne."

(rc)