'Weke Silopî û Cizîrê em ê di parlementoyê de jî li ber xwe bidin'

10:38

Rojda Oguz/JINHA

STENBOL - Çaglar Demirel diyar kir ku bi teklîfa ji bo pêşîlêigrtina siyaseta temokratîk 'Divê destnedan bê rakirin' AKP hewil dide ne tenê êrîşî vna jinên nava HDP'ê, hemû jinên deng dane HDP'ê bike. Çaglar da zanîn ku wan li Silopî û Cizîrê li ber xwe dan, dê li parlementoyê jî li ber xwe bidin.

Ji bo pêşîlêgirtina siyaseta demokratîk hikumeta AKP'ê teklîfa 'rakirina destnedanê' ji meclisê re kir, vê teklîfê bi xwe re gelek nirxandin anî. Di derbarê rakirina destnedanê de Parlementera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel wiha axivî: "Ji parlementoyê avêtina HDP'ê, avêtina hemû jinan e. Ew parlementoyek ji hişmendiya mêran dagirtiye. Li parlementoyê AKP şideta fîzîkî û gorinan dike. Dama ku daxwaza siyaseta demokratîk hebe, ve bi nêrîn û beşdariya jinan gengaze."

'Divê girêdana rakirina destnedanê bi konsepta şer re bê zanîn'

Çaglar destnîşan kir ku divê hemû nîqaşên ser rakirina destnedayînê bên nirxandin û wiha domand: "Divê girêdana rakirina destnedanê bi konsepta şer re bê zanîn. Li aliyekê li Kurdistanê operasonên qirkirina nijadî dane despêkirin, li aliyê dinê jî her kesê digirin û dixwazin HDP'ê tasfiye bikin. Dewletê li ser gelê kurd paqijiya fîzîkî daye despêkirin. Bi nûneriya wekhev 32 hevalên me yên jin di parlementoyê de cîh girtin. Lê AKP'ê bi darbe û deshilatiya sarayê ve pêvajo nepejirand û bi 1'ê Mijdarê re dest bi pêvajoyek nû kir."

'Bi darbeya siyasî dixwaze vîna jinan bişkêne'

Çaglar bilêv kir ku cara yekeme li parlementoyê jimara jinan zêdebûyî û wiha berdewam kir: "Bi jinên nava siyasetê re weke jinên nava HDP'ê me xwest komek jinan avabikin û bi hev re pêvajoyê bişopînin. Lê di vê pêvajoyê de bi rakirina destnedanê re hem li Kurdistanê operasonên qirkirina nijadî û siyasî dike, hem jî li pêşiya vîna jinan astengiyan çêdike. Serdegirtina KJA yê, qetilkirina Sêvêyan, Pakîzeyan, Fatmayan û gelek hevalên me, li gel wê jî berdewam kirina operasonên siyasî û hevşaredarên bi vîna gel hatîn hilbijartin avêtina girtîgehan hemû ji bo şikandina vîna jinê dikin."

'Emê di siyasetê de hebûna xwe berdewam bikin'

Çaglar wiha dom kir: "Di hemû qadên jiyanê de me li ber xwe da. Weke me li Silopî û Cizîrê li ber xwe dayî emê di parementoyê de jî li ber xwe bidin. Derketina me ji parlementoyê bi giştî parlemento bi hişmendiya mêran avakirine. Çawan qadên siyasetê li me teng dike, dixwaze bi diktatoriya mêrekê bibe deshilat, ev darbeyek li hember vîna jinê ye. Lê di siyasetê de her dem hem hene û emê hebûna xwe berdewam bikin. Çawan me rengê jinê da parlementoyê em di wê baweriyê dene ku emê bi nêrîna xwe ya tekoşîna azadiyê guherînan berdewam bikin."

'Hişmendiya parlementerên AKP'ê û polîsên îskencekar hemane'

Çaglar gotinên Hakan Çavuşoglu yên ji bo parlementera HDP'ê Meral Daniş Beştaş kirî bi tindî rexne kir û got: "Parlementerên mêr ên nava AKP'ê gelek gotinên zayendî bikartînin. Gotinên parlementerên AKP'ê û polîsên îskencekar hemanin, ji xwe tindiya dixwazin di aliyê derunî de jî bikin heman hişmendiye. Li Kurdistanê polîsên îskencekar bi gotin û nêzîkatiyên zayendî xwe didin nîşandan. Em vê hemûyê weke sepandinek zayendî û faşîst dinirxînin. Her dema ku jin bihêz dibin û ji bo azadiyê têkoşînê mezin dikin, wêdemê deshilat ji bo şikandina vîna jinan dikevin nava tevgerê. Bi gotinên tacîzciyan vîna me naşikê."

(zt)