'Êrîşa li dijî parlamenteran li dijî îradeya 6 mîlyoniye’
10:06
Fîlîz Zeyrek/JINHA
EDENE - Bi daxwaza hikûmeta AKP’ê û serokkomare bi armanca ku pêşîya darizandina parlamenterên HDP’î vebibe, pêşnûmeya ‘destnedanê’ pêşkêşî meclîsê hat kirin û li ser vê bertek jî zêde dibin. Hevseroka HDP’a Edeneyê Delal Mamuk got ji ber HDP li dijî modela ‘yek kesî ye’ hedef hatiye girtin û got zîhniyeteke ku îradeya gel nas nake em jî nas nakin.
Di demên dawî de bi oprasyonên qirkirinên yên siyasî re bi daxwaza hikûmeta AKP’ê û serokkomar e pêşnûmeya ‘destnedanê’ pêşkêşî meclîsê hat kirin û duh hat erêkirin. Di dema dengdanê de pêşnûmeyê 348 dengên ‘erê’ girt û hat qebûlkirin. Roja înê jî wê dengdan bê kirin û ger hejmara tê xwestin, bê bidestxistin, wê biçe referandumê. Hevsreoka HDP’a Ceyhanê Delal Mamuk bertek nîşanê vê da û diyar kir ku yekane armanca êrîşa li dijî parlamenterên HDP’ê, ji rêxistibûna gel pêk tê. Delalê bi lêv kir ku êrîşên li meclîsê tên jiyîn bi heman awayî li dijî îradeya gel e û got beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê sînyala êrîşên bi vî rengî hatibûn dayîn. Delalê wiha berdewam kir: “Vê jibîr dikin, ev gel wekê her demê îro jî wê serî netewîne. Gel wê li îradeya xwe parlamenterên xwe xwedî derkeve. Heta gel nexwaze kes nekare wê îradê tine bihesibîne. Em hem wek HDP'ê û hem jî wek gel wê xwedî li îradeya xwe derkevin.”
‘Bila AKP destpêkê destnedana diz û tecawizkaran rake’
Delalê destnîşan kir ku ew êrîş, komkujî, tecawiz û qanûnên bi emrê qesrê tê kirin nas nakin û wiha berdewam kir: “Emê desturê nedin ku dest bidin parlamenterên me. Bila AKP destpêkê destnedana parlamenterên ku navê wan tevlî dizî, nelêrêtî û tecawizê bûye rake. Bila destnedana 550 parlamenterî rake ku em bwer bikin ku ev bi edelete. Lê ev guherîna ku tenê li dijî parlamenterên HDP’ê tê kirin, em qebûl nakin. Ewqas karên qirêj li meclîsê çêbû ti kesî dengê xwe dernexist û destnedan ranekir.”
‘Bi modela ‘yek kesî’ wê jin tevahî bên tinekirin’
Delalê diyar kir ku yekane xeyala qesrê ‘yek kese’ û got jin wê desturê nedin vê. Delalê wiha got: “Ev pergala yek kesî wê bi taybet bandorê li ser jiyana jinê bike. Tirkiye berbi hawireke kaosê ve diçe. Dewleta ku jinan tine dihesibîne, di dema yek kesî de wê jinê tevahî tine bike.”
(hu)