'Di 94'an de 20 sal winda kirin, ger di vir de jî bi serkevin wê 30 salî winda bikin’

10:24

JINHA

ENQERE-Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş dengdana veşartî ya têkildarî xala yekemîn ya pêşnûmeya guherîna Destura Bingehîn ya ku bi armanca tasfiyekirina HDP’ê anîn, nirxand û got: “Di dengdanê de dîsa pêkanînên li dij destura bingehîn hatin jiyîn. Li Tirkiyeyê bi darbeya 94’an re 20 sal hat winda kirin, niha jî ger derxistina HDP’ê biserxînin wê 30 salên din winda bikin.

AKP’ê jib o ku siyaseta demokratîk û HDP’ê tasfiye bike pêşnûnmeya guherîna Destura Bingehîn anî û têkildarî xala yekemîn ya pêşnûmeyê de dengdana veşarî hat kirin. 531 parlamenterî deng bikaranî û di dengdana veşarî de 350 dengên ‘erê’ derket û 148 jî dengên ‘na’ derket. Têkildarî tura duyemîn ya ku wê îro pêk bê jî, parlamenterên jin nirxandin kirin.

‘Ev darbeyek li dijî HDP’ê ye’

Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku desthilatdarî armanc dike ku HDP’ê ji meclîsê derxîne û bi vê re jî ji siyasetê men bike, siyaseta demokratîk tine bike. Meralê wiha got: “Em jî di vê rewşê de wê xurtir bin. Her kes dibîne ku lîstikên qirêj yên desthilatdariyê derketine çi astê. Hemû cîhan şahidiya vê dike. Ev darbe tenê darbeyek li dijî HDP’ê ye.”

‘Sedema dijwarkirina şer, ji ber siyaset ne bi bandore’

Meralê got divê li Tirkiyeyê kanalên demokratîk bên vekirin û got di şerê desthilatdariyê bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest daye û komkujî hatine jiyîn. Meralê wiha berdewam kir: “Ev rewş ji berk u siyaset bi bandore pêk tê. Partiya desthilatdar li Tirkiyeyê netewperestiyê û faşîzmê zêde dike û darbeya 94’an dike. Dema mirov li girtekên meclîsê yên 94’an dinêrin, tezên wê demê û yên niha wek hevin.”

‘Piştperdeya her tiştê me gotiye heye’

Meralê got Tirkiyeyê bi darbeya 94’an 20 sal winda kiriye û di rewşa ku bi ser kevin HDP’ê ji derve bihêlin wê 30 salên din winda bibe û got: “Ev rewş ji bo kesî ne başe. Ji bo li Tirkiyeyê ger darbe bigihêjin aştiyê wê gelek baş be. Em wek HDP’ê li dijî darbeyê berxwedana xwe didin meşandin.”

Meralê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di dengdana destnedanê de pêkanînên li dij Destura Bingehîn hatine jiyîn û ev bi awayekî dramatîk derket pêşberî rayagiştî. Meralê got: “Wezîran, parlamenteran neçar man denga xwe vekirî bavêjin. Yanî ev tabloyek bi xof e. Divê li parlamentoyê her kesî bi awayekî azad denga xwe bikarbianiya. Di AKP’ê de niha derizên mezin hene. Bi serokwezîrê nû re tabloya piştî wî vê bi awayekî aşkera derdixe holê.”

‘CHP wê bibe hevkarê hemû gunehî’

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya jî nêzîkatiya parlamenterên CHP’ê û giştî helwesta CHP’ê rexne kir û got: “CHP di xala sereke ya vê pêvajoyê de ye. Yanî di asteke ku berpirsyariya wê heye de. Ji bo erê dengên têr derkeve, ji refarandumê re jî bimîne wê CHP bibe hevkarê vî gunehî û ji bin vê nekaribe rabe. Huda da zanîn ku wê demek nêz de vê bibînin û binirxînin.

Hudayê wiha berdewam kir: “Niha ne veşariye jî. Bi awayekî aşkera li ber çavên aktorên xwe di esasa planên darbekarên 28’ê Sibatê û Ergenekonê de, AKP û desthilatdariya Qesrê li dijî îradeya gel, siyaset û demokrasiyê hewldanên darbeyê daye destpêkirin. Yek ji pêngavên vê darbeyê jî rakirina destnedanane. Hikûmet û serokkomar ji 28’ê Sibatê ne cudatir tevnagerin û dixwazin wek 28’ê Sibatê bidarizînin.”

(hu)