Xala 1. bi 373 dengên 'erê' hat qebûlkirin

12:46

JINHA

ENQERE - Xala destpêkê ya pêşnûme qanûna ji bo rakirina destnedana parlamenterên fezleke li hemberî wan hatine amadekirin, bi 373 dengên 'erê' hat qebûlkirin. Di dengdanê de 138 dengên 'na' hat bikaranîn.


Di tûra duyemîn de dengdan li ser xala destpêkê hat kirin. Di dengdanê de 531 parlamenter amade bûn. Di vê dengdanê de 373 dengên 'erê', 138 dengên 'na', 8 dengên 'bêalî' û 9 dengên 'vala' hatin bikaranîn. Dengên 3 parlamenteran jî derbasdar nehat hesibandin. Di tûra duyemîn de jî mîna tûra yekemîn komîserên AKP'ê nehiştin wekîlên AKP'ê bikevin hundirê kabîneya dengdanê û dengê xwe bixin zerfê.

Encamên tûra yekemîn

Di dengdana li ser xala destpêkê ya pêşnûmeyê de 350 dengên "erê", 148 dengên "na", 5 dengên "bêalî", 27 dengên "vala", dengekî ne derbasdar hatibûn bikaranîn. Di dengdana li ser xala duyemîn de 357 dengên "erê", 149 dengên "na", 17 dengên "vala" û 6 dengên "bêalî" hatibûn bikaranîn. Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken da xuyakirin, ku dengdan li gorî ûsila xwe nehatiye kirin û got, "Bi rengekî fermî û li pêş çavan, dengdana vekirî hatiye kirin."

Piştre nirxandina xala duyemîn destpê kir.

(rc)